Tulay Hatîmogullari: Em ê dirûşma jin jiyan azadî bilind bikin

  • 16:39 9 Adar 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya DEM'ê Tûlay Hatîmogullari di civîna gel a li Midyadê de axivî û diyar kir ku piştî hilbijartinê ew ê ewil beşên jinan ên ku ji aliyê qeyûman ve hatine girtin vekin û destnîşan kir ku ew ê navendên şêwirmendiyê yên jinan, kursên pîşeyî yên jinan, sûkan ava bikin.
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Tulay Hatimogullari di çarçoveya xebatên hilbijartinê de îro li Mêrdînê civînên gel pêk tîne. Tûlay û şandeya pê re li Midyadê tevlî hevdîtina gel bû. 
 
Di hevdîtina gel de Tulay Hatimogulları axivî û got: "Em li Midyada ku bajarekî qedîm e ku ji beriya zayînê ve dîroka xwe bi rûmet, cudahî û dergûşa şaristaniyan hilgirtiye. Ji vir silav ji bo kesên di têkoşîna me de bedel dane. Silav ji bo kesên ku ev têkoşîna bi rûmet heta roja îro gihandine, silav ji Apê Mûsa re ku ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin. Mêrdîn tê wateya xwişk û biratiya gelan. Mêrdîn yek ji bajarê ku kurd, tirk, kurd, ereb, suryanî, êzdî, gelek gel û ol û bawerî dikarin bi hev re bi aştî û biratî bijîn.
 
Gelê Midyadê, gelê Mêrdînê yê hêja, ji hilbijartinan re çend roj man. Namzetên me yên hevşaredariyê hêja Huda Erdem Aslan û Hikmet Duman in. Midyadê teslîmî wan e. Wê di hilbijartinên 31'ê Adarê de weke hevşaredarên Midyadê xizmetên herî baş ji Midyadê re bikin. Wek hûn jî dizanin Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hebû û qeyûm hat tayînkirin. Û namzetên me yên hevşaredarên me Devrîm Demîr û Ahmet Turk jî du navên gelek hêja ne. Em ê di vê serdemê de projeyên xwe yek bi yek pêk bînin. Gelek saziyên jinan hene ku piştî qeyûm hatin girtin. Sîstema hevserokatiyê ji bo me pir girîng e û xeta me ye ku em ê tu carî dest ji berdêla wê bernedin. Em jin bi hevserokên xwe re pêşî dê li şaredariyên xwe beşên jinan ava bikin. Ji vir şûnde em jin xwedî erkên mezin in. Erk dikeve ser milê me ku em dirûşma jin jiyan azadî bilind bikin.
 
Her dengê ku ji AKP'ê re tê dayîn MHP'ê re jî derdikeve. Nîjadperest û neteweperestan re derdikeve. Em ji dil bawer dikin ku Mêrdîna ku bexçeyê gelan e, tu carî destûrê nade vê yekê. Yek dengê me jî nîne em bidin kesên ku gel, ziman û çanda kurdan dijmin dibînin. Dema ez gotina xwe bi dawî dikim, silavên hevalên me yên di girtîgehê de ji we re dişînim. Birêz Gultan Kişanak, şeref û serbilindiya Amedê, niha namzeta me ya Hevşaredara Bajarê Mezin a Enqereyê ye. Min silav û hezkirina wî ji we re anî. Min silav û hezkirina Figen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Leyla Guven, Selahattin Demirtaş ji we re anî. Ez silavên dayikên me yên birûmet ên bi şapikên spî yên ku di Nobeda Edaletê de ne, ji we re dişînim. Di êvara 31’ê Adarê de di hilbijartinên 31’ê Adarê de serkeftina mezin a DEM Partiyê ye."
 
Piştî axaftinan hevdîtan gel bi dawî bû.