Ji nobeda Amedê dirûşma 'Heq hiqûq edalet' bilind bû

  • 15:56 9 Adar 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Nobeta Edaletê ya li Amedê di roja 96'an de bi dirûşma “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" didome. 
 
36 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edaletê kirin.  
 
Çalakiya Nobeda Edaletê li Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve hat destpêkirin, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Rezana Amedê di roja 96'an de didome. Çalakvanên nobedê îro jî pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatî nivîsandin li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin. 
 
Îro çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zîndana” û “Heq, hiqûq, edalet" û serdanan berdewam kir.