Li Wanê Nobeda Edaletê 93 roj in didome

  • 14:10 9 Adar 2024
  • Rojane
 
 
WAN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Wanê di roja 93'yan de bi serdanan didome. Îro di çalakiyê de hat diyar kirin dê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin. 
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edaletê kirin.  
 
Bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER) û malbatên girtiyan ve bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakî 93 roj in didome. 
 
Îro şêyên taxa Esenler a navçeya Rêya Armûşê û rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Seravê serdana çalakiyê kir. 
 
Yakup Turgut ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê girtiye, dayika wî Zînê Turgun di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiyan û got: "Divê tecrîda li hemberî Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bê bidawîkirin. Heta ku neyê dawîkirin em ê jî çalakiya xwe ya nobedê bidomînin." 
 
Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” didome.