'Destkeftiyên jinan li qadan tên bidestxistin'

  • 13:37 9 Adar 2024
  • Rojane
 
 
RIHA - Jinên ku bi pêşengiya endamên Platforma Jinan a Rihayê daketin qadan, peyama “Destkeftiyên jinan li qadan tên bidestxistin” dan.
 
Platforma Jinan a Bajarê Rihayê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyaniyek da çapemeniyê. Ligel endamên platformê, Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê Gulşen Ozer û gelek jin tevlî çalakiyê bûn.
 
Hevseroka Şaxê Rihayê ya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Ozlem Ulutaş, da xuyakirin ku destkeftiyên jinan ne bi hilbijartinê, bi têkoşînê li qadan tên bidest xistin. 
 
Ozlem, diyar kir ku di cîhanê de Tirkiye yek ji wan welatan e ku rêjeya zewaca bi zorê ya zarokan lê zêde ye û wiha got: "Li Tirkiyeyê hejmara jinên ku di bin 19 salî de zarok tînin, tundiya li dijî jinan, tevî biryara parastinê kuştinên jinan, di qadên civakî û aborî de newekheviya jin-mêr zêde ye.
 
Ji Rojava heta Filîstînê, ji Efganîstanê heta Îranê em ê bi zêdekirina deng, gotin û çalakiyên jinan re vê tarîtiyê bi hev re derbas bikin" û destnîşan kir ku ew ê li dijî her şêwe cihêkarî û tundiyê dengê xwe bilind bikin.
 
Çalakî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û bi gerandina govendê bi dawî bû.