Lena Charlotta Lagnander: Azadiya Abdullah Ocalan girîng e

  • 09:13 9 Adar 2024
  • Rojane
 
 
Marta Somek
 
STENBOL- Endama ‘Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê’ û Baroya Stockholmê parêzer Lena Charlotta Lagnnander diyar kir ku li welatê xwe wê di qada civaka sivîl û siyasî de der barê tecrîdê de xebatan bimeşîne û got: “Abdullah Ocalan lîderê gelê Kurd e. Ji ber vê azadiya fîzîkî ya wî girîng e. Heta azadiya wî ya fîzîkî pêk neyê wê ji bo aştiyê jî gav neyê avêtin. Divê wek gava ewil hevdîtina bi parêzeran bê kirin û tecrîd ji holê bê rakirin.”
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 26 sal in di bin tecrîdeke giran de tê girtin û 35 meh in tu agahî jê nayê girtin. "Delegasyona Navneteweyî ya li dijî tecrîd û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd" ku 12 parêzerên ji Swêd, Başûrê Afrîkayê, Ispanya, Îtalya û Norveçê tê de cih girtin li dijî tecrîdê di navbera 28-29’ê Sibatê de li Amede serdan pêk anîn. Heyetê di 1’ê Adarê de bi nûnerên civaka sivîl û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya Stenbolê re serdan pêk anîn û di 2’yê Adarê de li şaxa OHD’ê ya Beyoglu ya Stenbolê li otelekê konferansa "Li dijî siyaseta tecrîdê têkoşîna aştî û azadiyê" pêk anîn.
 
Endama ‘Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê’ û Baroya Stockholmê parêzer Lena Charlotta Lagnnander der barê serdanê de û xebatên wê li welatê xwe bimeşînin de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
Der barê tecrîda Îmraliyê de agahî kom kirin
 
Lenayê da zanîn ku ew parêzereke bi mafê mirovan bawer dike ye û wiha got: “Her mirov xwedî maf e ku bi awayekî adîlane û ewlehî bê darizandin. Bi taybet mafê girtiyan heye. Em dizanin ku Ocalan û girtiyên din ên Îmraliyê û girtiyên polîtîk ji van mafan bêpar dimînin. Ji ber vê em bi hev re hatin vir û me agahî girtin û şopandin kirin. Dema em vegerin welatê xwe em ê van agahiyan parve bikin.”
 
Ji bo grevên birçîbûnê piştgirî
 
Lenayê şîroveya ‘tecrîd rêbazek îşkenceyê ye’ kir û wiha pê de çû: “Li cîhanê girtî yan ne girtî tu kes divê bi vê re neyê rû hev.  Li hember girtiyên siyasî ji surgunê bigirin heta gelek binpêkirinên maf tên kirin. Ev nayê qebûlkirin. Ez greva birçîbûnê ya girtiyan fêm dikim. Ez bi wan re empatiyê dikim. Ji ber her titşê ji destê wan hatiye ceribandin û herî dawî hatine nokteyek wisa.”
 
‘Em ê li welatê xwe hewldanan bidomînin’
 
Lenayê destnîşan kir ku ji bo Tirkiye dawî li polîtîkayên xwe bîne divê zext bên kirin û wiha anî ziman: “Di civîn û serdanan de axaftin li ser bidawîbûna tecrîd û çarseriyê bû. Tirkiye girêdayê hiqûqa navneteweyî namîne. Li gorî hiqûqên navneteweyî tevnagere. Divê mekanîzmayên navneteweyî zextan li Tirkiyeyê bike. Divê ji Erdogan re bê gotin ku tiştên tên kirin nayên qebûlkirin. Dema em vegerin welatê xwe em ê di qada polîtîk û civaka sivîl de xebatan bimeşînin û rêxistibûnek xurt ava bikin. Mirovên li Swêdê niha nizanin ku girtiyên li Tirkiyeyê çi dijîn. Dema em vegerin em ê bi berfirehî vebêjin.”
 
‘Azadiya Abdullah Ocalan girîng e’
 
Lenayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku çareserî bi azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e û wiha dawî lê anî: “Abdullah Ocalan rêberê gelê Kurd e. Ji ber vê azadiya fîzîkî ya wî girîng e. Heta azadiya wî ya fîzîkî pêk neyê wê ji bo aştiyê jî gav neyê avêtin. Divê wek gava ewil hevdîtina bi parêzeran bê kirin û tecrîd ji holê bê rakirin. Divê li dijî vê li hemû Ewropa û cîhanê banga ku zext bên kirin hat kirin.”