'Em ê bajar ji nûve ava bikin'

  • 09:08 9 Adar 2024
  • Ramyarî
 
 
Oznûr Deger 
 
RIHA - Namzeta hevşaredariya DEM Partiyê ya Rihayê Gulşen Ozer wiha got: “Şaredarî ya jinan e, ya gel e, ya ciwanan e. Em ê bajarê xwe bi hev re di esasa fikrên ciwan û jinan de ji nûve ava bikin.”
 
Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê  re demek nêz ma û partiyên siyasî xebatên xwe bê navber dimeşînin. Texrîbatên qeyûman yên li Kurdistanê roj bi roj dertên holê. Şaredariyên qeyûm ku tu xizmeta wan ji gel re tune, ji aliyê gel ve bertekên mezin dibîne.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê 20 sale destê AKP’ê de ye. Hilbijêrên Rihayê  diyar kirin ku wê dengên xwe nedin AKP ya ji gel re xizmetê nake.
Namzetên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Rihayê Gulşen Ozer û Celaledîn Erkmen, di xebatên hilbijartinê yên dimeşînin de diyar dikin ku wê Rihayê bi hev re bi rêve bibin.
 
Namzeta hevşaredariyê ya Rihayê ya DEM Partiyê Gulşen Ozer der barê feraseta rêveberiya herêmî ya ku wê ava bikin nirxandin kir.
 
‘Em ê bajar ji nûve ava bikin’
 
Gulşenê destnîşan kir ku wek bajarên din li Rihayê jî tundiya li ser jinê zêde bûye û divê rengê jinê bê avakirin. Gulşenê wiha anî ziman: “Zext li jinan tên kirin, jin tên qetiklirin. Rengê jinê gotina jinê li tu derê nayê dîtin. Li Rihayê projeya jinan tune tê hesibandin. Projeyên jinan ya nîvco dimîne an jî nayê qebûlkirin. Em jî ji bo bêjin ‘şaredarî ya jinan e, ya gel ya ciwanan e’ dixebitin. Em ê bi hev re bi fikra hevpar bajar birêve bibin û ava bikin. Di esasa fikrên jin û ciwanan de em ê bajar ji nûve ava bikin.”
 
‘Em ê îmzeyê navêjin projeyên ku jinan nabînin’
 
Gulşenê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji taxa heta esnaf û hemû saziyan em ê her derê bi reng û fikrên jinê  ji nûve biafirînin. Em ê koperatîfên jinan biafirînin. Ev der herêma çandinî û turîzmê ye. Em ê projeyên ku jin pêşengiya wê dikin pêk bînin. Em ê projeyên ku jinê navînin îmze nekin. Em ê bi jinên Rihayê re bajar ji nûve ava bikin.”
 
‘Werin em şaredariyê bi hev re bi rêve bibin’
 
Gulşenê helwesta gel a di xebatan de nirxand û wiha anî ziman: “Em çûn bazara Şîle û me esnaf ziyaret kirin. Esnafên wir gotin ij şaredariyê nikarin randevuyê bigirin û daxwaza wan nayê cih.Gotin wan li ber çavan nagirin, ji wan re qad nehatine û di alî aborî de têk çûne. Gotin şaredarî tu xizmetê ji wan re nake. Em dibêjin ku wê şaredarî bibe şaredariya gel. Em ê di esasa daxwazên gel de şaredariyê bi rêve bibin. Rihayî dibînin ku 50 sale li bajar ximzet nayê kirin. Em dibêjin ku werin em bi hev re şaredariyê bi rêve bibin.”
 
Gulşen Ozer kî ye?
 
Gulşen di 1965’an de li Amedê hat dinê. Beşek jiyana xwe ya mezin li Amedê derbas kir. 12 salan li Rihayê xebat meşand. Di avabûna Komeleya Jinan a Yaşamevî ya li  Rihayê de cih girt. 10 salan wek aktîvîst di xebatên komeleyê de cih girt. Piştî vegeriya Amedê jî xebatên jinan meşand. Di 2015-2017’an de hevserokatiya HDP’a Amedê kir. Endamtiya PM’ê kir. Piştre hevşaredariya Bismilê kir û qeyûm tayînê şûna wê hat kirin. Niha namzeta Rihayê ye.