Meşa Şevê ya Femînîst a Enqereyê: Em ê dîrokê binivîsin

  • 22:00 8 Adar 2024
  • Rojane
ENQERE- Di çalakiya 8’ê Adarê ya Plafforma Jinan a Enqereyê de namzetya Gultan Kişanakê hat xwendin. Gultanê di nameya xwe de ji bo jinan wiha got: “Em ê dîrokê he rtim binivîsin. Ji Amedê het aEnqereyê ji Enqereyê heta her çar alî em ê ji avakirina pirên aştiyê re pêşengiyê bikin.”
 
Plaftoma Jinan a Enqereyê di çarçoveya 8’ê Adarê de ji Qada Kolejê heta Kolana Sakaryayê meş pêk anî. Jinan di meşê de bê navber ‘bê jin jiyan nabe’,’Hêvî her tim heye’, ‘jin jiyan azadî’ berz kirin.
Daxuyanî bi Kurdî û Kurdî hat xwendin û  endamên Platformê Îlke Kumartaşlioglu û Nebahat Çalpan daxuyanî xwendin.
 
‘Em xwedî li jiyanên xwe derdikevin’
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku 8’ê Adarê roja mezinkirina têkoşînê ya li dijî binpêkirin, tundî û newekheviya dewlet- mêre û wiha hat gotin: “Em li dijî hemû êrîşan xwedî li maf û jiyanên xwe derkevin. Xizanî her diçe mezin dibe. Jin di karên bê ewle de dixebitin. Em berxwedana jinan silav dikin. Em tunekirina keda jinan a nav malê qebûl nakin. Em li her qadê xwedî li keda xwe derkevin. Em berxwedana jinên Rojava berxwedana gelê Fîlîstînê silav dikin. Emê li dijî pergala serdest ya  mêr têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Piştî daxuyaniyê nameya Gultan Kişanakê hat xwendin. 
 
Di nameya Gultanê de ya ji bo 8’ê Adarê şandibû de wiha hat gotin: “Jinên hêja, yên bi rihê serkeftinê dîrok nivîsin. Ez we bi hezkirineke kur a rêhevaltiya jinê silav dikim. 8’ê Adara we pîroz dikim.  Jinên hêja, pîrozbahiyên bindestan hertim ji ber tundî û zilmê vejiyane. Dîroka me tije êş û elem in.  167 sal berê li New Yorkê xwişkên me hatin şeiwtandin û têkoşîna vejinê ya jinan a global derket holê. Em her tim hebûn û wê hebin. Me her tim dîrok nivîsî em ê her tim binivîsin. Em ê xwişkên xwe yên Gazze, Şengal, Kobanê ji bîr nekin. Em ê qêrîna jin jiyan azadî ya Jîna Emînî her tim biqîrin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û biserkevin We carek din silav dikim. Serketinê dixwazim.”
 
Piştî nameye jinan govend gerandin û çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.