Jinên Behrareş li kolanan e: Ji kesên ku mafên me xesp kirine re deng tuneye!

  • 19:31 8 Adar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Behrareş jin bi coşa 8’ê Adarê daketin kolanan û diyar kirin ku ji bo kesên ku mafên wan xesp kirine deng tune ne.
 
Li herêma Behrareş bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên cîhanê daketin jin li gelek bajarna daketin kolanan. Li taxa Kemalpaşa a Artvînê jin li Pira Halbaşi hatin gel hev û heta Mizgefta Qadê meşiyan. Piştî daxuyaniya li vir li Hopayê jî jinan dest bi meşê kirin û bi sedan jin hatin gle hev. Jinên li Parqa Hopa hatin gel hev heta Qada Cumhuriyetê meşiyan.
 
Seval Karabulut li ser navê jinan axaftinek kir û da zanîn ku bersiva wan ji kesên ku wan tehdîd dikin re zelale û got kesê ku Peymana Stenbolê fesh kiriye ji tundî û cînayetên jinan berpirsin. Her wiha Sevalê diyar kir ku ji kesên ku mafên wan xesp kirine re deng tune ne.
 
Li aliyê din li Ordu, Gîresun, Trabzon, Zonguldak, Samsun, Sînop, Bolu û Çarumê jî jin daketin kolanan û gotin 8’ê Adarê berxwedana jinan e.