Bi deh hezaran li kolanên Taksîmê bang kirin: Hêviya me têkoşîna femînîst e

  • 19:25 8 Adar 2024
  • Rojane
STENBOL- Bi hezeran jin li Taksîmê bi dirûşmeya ‘Rizgariya me di têkoşîna femînîst de ye’ ‘Meşa Şevê ya Femînîst’ pêk anî.
 
Platforma Meşa şevê ya Femînîst a 22’emîn bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Taksîm a Beyoglu, Meşa Şevê ya Femînîst pêk tînin. Bi hezaran jinên hatin gel hev, bi dovîz, dirûşme û coş Taksîm bi rengê mor xemilandin.
 
Namzeta hevşaredariya bajarê mezin a Stenbolê ya DEM Partiyê Meral DAniş Beştaş, endamên meclîsa jinan  tevli meşê bûn. Jinan di meşê de bi Meralê re wêne kişandin û dirûşmeya ‘jin jiyan azadî berzkirin. 
 
Dirûşmeyên bi hezaran jinên ji Kolana Siraselvîler  berbi Taksîmê dimeşin li kolanan deng didin. Polîsan hewl da meşa jinan asteng bike û jinan bi dirûşmeyan bersiv dan. Jinan dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî, Sara Rojbîn Ronahî’, ‘Her der Taksîm her der berxwedan’ ‘Dengê serhildanê bilind bike’, ‘Bi înat îsyan bila bê bav, dewlet, cop’ berz kirin.
 
Jinan di meşê de dovîzên ‘Berxwedan jiyane’, ‘Her tim pevçûn bû jiyana min’, ‘qanûn li kolanan tê nivîsin’, ‘Her der berxwedan her der Taksîm’ hildan.
 
Barîkat hatin hilweşandin
 
Her çiqas polîs hewl bidin meşa jinan asteng bikin jî jinan barikat derbas kirin û bi resk û erbaneyan astengî nas nekirin. Her wiha di pankarta mezin  a ‘Serhildana femînîst’ meşiyan.
 
Bi dehezaran herikîn qadê
 
Bi hezaran veguherîn dehezaran bi coş û serhildanek mezin berbi Cîhangîrê ve bi dirûşmeyan derbasî meşê bûn. Jinan di meşê de navê jinên hatine qetilkirin jimartin û bi yek dengî gotin ‘em li vir in’.
 
Bayê ‘jin jiyan azadî’
 
Jinên Kurd ku mohra xwe li meşê dan  bi dovîzên ‘Hevserokatî Xeta Me Ya More!’, ‘Jin jiyan azadî’, ‘Nexşerêya Xeta Jine’, ‘Berxwedana Berîtanan li kampusan deng didin’ re li ber erbaneyan govend gerandin.
 
Ji kolan û paçeyên malan bi çepikan ji bo jinan piştgirî hat dayîn.
 
Jin bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan Kolana Cîhagîrê.  Metna çapemeniyê ya Kurdî Derya Dogan ya Tirkî jî Evrîm Gurenîn xwend.
 
‘Me hêza berxewdanê di piştevaniyê de dît!’
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îro 8’ê Adarê 2024’ e. Em di Meşa Şevê ya Femînîst de ne.Ne 22 slae bi sedsalane em têdikoşin. Me hêza xwe ji piştevaniya jinê girtiye. Her ku me berxwedan zîhniyeta serdest bi tundî û êrîşan hewl dan me kontrol bikin. Lê me her roj têkoşîna xwe meşand.Ev mêr hinek caran bûn bav, hinek caran bû bira, hevjîn, hevalên me, hezkiriyên me. Gotinên hezkirinê bikar anîn û hewl dan ji bo biryarên xwe îqna bikin. Piştî erdheja 6’ê Sibatê şûnde me dît ku pergal çawa giran pêk tê. Xanî hilweşiyan. Her her tune bûn. Di vê rewşê de ji jinan her tişt hat payîn. Xwedîbûn, starbûn, lênerîn.   Berpirsên vê hilweşînê şaredar û wezîr bêyî şerm bikin dîsa bûn namzet. Li dijî hemû êrîşan rizgariya me di femînîzmê de ye. di 2023’an de ji 300’î zêdetir jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Tenê di du rojan de 9 jin hatin qetilkirinn.
 
Qirkirin didome…
 
Qirkirina jinan didome. Li rojava jin û zarok tên bombebarankirin. Li aliyekî Israîl tê şermezarkiri li aliyê din jin û zarokan bombebaran dikin. Ewlehiya jinên penaber tuneye. Li dijî van hemûyan piştevaniya me ya femînîst heye. Em ê tevî her tiştî dest ji xeyalên xwe bernedin. Ji bo vê hevî, hêz, jiyan û rizgariya me di têkşîna femînîst de ye.”
 
Meş bi dirûşmeyan bidawî bû.