Ji KESK’ê meşa 8’ê Adarê

  • 19:01 8 Adar 2024
  • Rojane
QERS - Li Qersê bi pêşengiya Platforma Jinên KESK’ê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de meş pêk hat û piştre daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê banga xwedîderketina maf û jiyanê li jinan hat kirin.
 
Platforma Jinan a Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaerî (KESK) li Qersê di çarçoveya 8’ê Adarê de l iber avahiya Egîtîm-Senê hatin gel hev û heta Parqa Walitiyê meşiyan. Parlmanetera  DEM partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu, namzeta hevşardariya Qersê Arzu Savaş Derman û Meclîsa Jinan a Dem Partiyê tevli meşê bûn.
 
Piştî meşê li parqa Walitiyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.  Nûnera Tarim Ork-Sen Fîlîz Yildirim daxuyanî xwend û da zanîn ku jinên di KESK’ê de xwe rêxistin kirine ji 166 salî het aniha têkoşîna ked û wekheviyê dane û bedelên giran dane.
 
Fîlîzê bang li hemû jinan kir ku xwedî li jiyan û mafên xwe derkevin û ligel hev cih bigirin.
 
Piştî daxuyaniyê jinan govend gerandin.