Li Wanê Nobeda Edaletê di roja 92'yan de ye

  • 17:12 8 Adar 2024
  • Rojane
 
WAN - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar ku Nobeda Edaletê ya 92 roj in li Wanê dewam dike ziyaret kir û got, “TU ferqa polîtîkayên li hundir û derve yên li Tirkiyeyê tên meşandin, nîne. Pêwîste ku em berpirsiyariyê bigirin."
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) û ji aliyê xizmên girtiyan ve di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka krud re çareseriya siyasî” li Wanê hatiye destpêkirin di roja 92’yemîn de berdewam dike. Çalakiya ku li avahiya Herêmên Demokratîk (DBP) hate lidarxistin, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Pervîn Buldan, Hevseroka ya Bajêr ya DEM Prtiyê Gulşen Kurt, Tevgera Jinên Azad (TJA)  û gelek kesÎ ziyaret kirin.
 
'Di vê serdemê de girtina berpirsyariyê gelekî girîng e.'
 
Di serdanê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar axivî û diyar kir ku polîtîkayên zextê tenê li ser Kurd û Kurdistanê sînordar nînin. Çîgdem got, “Her êşa ku hatiye jiyîn demeke dirêj ji vê erdnîgariyê derbas bûye. Polîtîkayên tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi xwe li Tirkiyeyê  belav bûye. Li girtîgehan jî her roj îşkence li girtiyan tê kirin. Tu ferq û cudahî di navbera polîtîkayên li hundir û derve yên li Tirkiyeyê tên meşandin  nîne, tam di vê serdemê de divê em bi berpirsyarî rabin. Ji ber vê dayikên ku vê çalakiyê li dar dixin çalakiya wan pir bi nirx e."
 
Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindana” bi dawî bû.