Di 8'ê Adarê de sansur: Hesabê JINNEWS'ê yê kurdî hat girtin

  • 16:15 8 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma medyaya dîjîtal X, di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hesabê X'ê yê JINNEWS'ê yê kurdî girt.
 
Platforma medyaya dîjîtal X, di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hesabê X'ê yê JINNEWS'ê yê kurdî “@AjansaJinnews” girt. Di 17'ê Sibatê de jî hesab hatibû astengkirin û hesabekî nû hatibû vekirin. Îro bi sansurê dîsa gihaştina hesab hat astengkirin. 
 
Di platformên dîjîtal de sansura sîstematîk 
 
Sansura li ser ajansa me tenê bi platforma X'ê ne sînordar e. Hesabê me yê instigramê jî berê gelek caran bêyî hincet bê nîşandan hatiye girtin.