Ji Mîtînga Cizîrê banga mezinkirina têkoşînê

  • 15:57 8 Adar 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Berdevka DEM Partiyê  Ayşegul Dogan di mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya li navçeya Cizîrê de axivî û diyar kir ku ew ê di 31’ê Adarê de bersiva Tayyîp Erdogan bidin û got, “Ji niha û pê ve em ê her tiştî bidin aliyekî û têkoşîna xwe hîn bêhtir mezin bikin. Em ê mal bi mal li kuçe û kolanan bigerin û vîna xwe diyar bikin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê mîtîng li dar xist. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Part) a Şirnexê û Berdevka Partiyê Ayşegul Dogan, namzetên hevşaredar ên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê yên Şirnexê û bi sedan jin beşdarî mîtîngê bûn. Li qada mîtîngê ku pankarta "Bi Jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" hati daliqandin, dowîzên bi dirûşma "Jin jiyan azadî", "Zarokên rojê", û "Bijî berxwedan. zindanan” hatin hilgirtin. Girseyê gelek caran bê navber dirûşma "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana zindanê" berz kiri.
 
 Bêrîtan, Zîlan, Bêrîvan…
 
Hevseroka DEM-ê ya Bajarê Şirnexê Nurcan Alturk ku axaftina vekirinê ya mîtîngê kir got, “Îro em ê serhildan, têkoşîn û hevgirtina xwe bi hev re pîroz bikin. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin. Azadî di bin lingên jinan de ye. Bêrîtan, Zîlan û Bêrîvanan keda jinê di dîrokê de nivîsandin. "Heta jin azad bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Li ser navê TJA’yê Hevşaredara HDP’ê ya Silopiyayê Adalet Fîdan jî axivî û got, “Em weke TJA’yê roja jinên têkoşer li hemû jinan pîroz dikin. Em jinên ku ji bo azadiyê têkoşiyan û jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Bîranînên wan dê riya me ronî bikin."
 
Adalet, diyar kir ku li her derê cîhanê û li Kurdistanê şer diqewimin û got, “Cewher tê qetilkirin, jin tên qetilkirin, lê em ji wan re dibêjin ku em tu carî paşve gavê navêjin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Li dijî jinan her roj operasyonên siyasî tên kirin. Bi hezaran hevalên me yên jin di girtîgehan de ne. Em di şexsê Leyla Guven û Ayşe Gokhan de hemû jinên li girtîgehan silav dikin û 8’ê Adarê pîroz dikin."
 
'Li zindanan tecrîdeke giran heye'
 
Adalet bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku berdewam dikin û got, “Hevalên me 103 roj in di greva birçîbûnê de ne. Li zindanan tecrîdeke giran tê meşandin.  Em weke jin dikarin vê tecrîdê bişkînin. Bi berxwedana xwe em ê tecrîdê bişkînin û hevalên xwe azad bikin."
 
'Ji 31'ê Adarê de amade bin'
 
Piştre Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî û got, “We mizgîniya 31’ê Adarê bi xwe re anî. Em îro 8'ê Adarê bi coş û kelecanek pîroz dikin, lê ji bo vê roja dîrokî gelê Kurd bedelên giran dan. Ji ber ku em jin in, kurd in û zimanê me yê zikmakî kurdî ye, em  sê caran rastî zilmê tên. Em ji bo nasname, ziman û zayenda xwe têdiloşin."
 
Ayşegul amaje bi hilbijartinên herêmî yên pêşiya me jî kir û wiha got: “Hilbijartinên  herêmî  ji bo kurdan girîngin . Werin em bi hev re bersiv bidin. Ew êrîşî xweza û civaka me dikin. Qeyûm ne tenê karmendê dewletê ye, di heman demê de kesekî ku hewl dide civaka me biguhere ye. Ziman û nasnameya xwe biparêzin. Cizîr amade ye di 31’ê Adarê de dengên herî bilind bi kar bîne."
 
Ayşegulê bal kişand ser pirsgirêkên li Tirkiyeyê didomin û wiha dewam kir: “Em ê bi pêşengiya jinan deriyê çareseriyê vekin. Em ê rê li ber avakirina wekhevî, aramî û aştiyê vekin. Bes e. Erd û ezman vê êşê qebûl nakin. Em ê rê li ber çareseriyê vekin. Em ê yekîtiya xwe ava bikin. Têkoşîna me têkoşîna wekhevî, aştî û azadiyê ye.”
 
Jin li ber xwe sekinîn
 
Piştî axaftinan ewil koma Aryen û Rojda derketin ser dikê. Girseya gel bi stranên hunermendan govend gerand û bê navber dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin.
 
Mîtîngê bi govbendê dewam kir.