Li Bêdlîsê şahiya 8'ê Adarê

  • 15:53 8 Adar 2024
  • Rojane
 
 
BÊDLÎS - Li Bedlîsê bi dirûşma “Bi jin jiyan azadî ber bi 8'ê Adarê ve" şahiyek hat lidarxistin. Jinan di şahiyê de diyar kirin ku dê di 31'ê Adarê de bajarê xwe bi xwe bi rêve bibin.
 
Bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê  li Tetwana Bêdlîsê şahiyek hat lidarxistin. Bi sedan jin beşdarî şahiyê bûn. Li salona şahiyê pankarta  “Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve” û “Bi jin jiyan azadî ber bi 8'ê Adarê ve" hat daliqandin. Rêberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê û gelek jin tevlî şahiyê bûn. Jin bi cilên xwe yên neteweyî tevlî şahiyê bûn û dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. 
 
Şahî piştî rêzgirtinê bi axaftina aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Şevîn Çelîk dest pê kir. Şevîn di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka 8'ê Adarê û diyar kir ku bi saya berxwedana jinan îro li qadan dicivîn. 
 
Hevseroka DEM Partî ya Tetwanê Nûrdan Îlbasan peyama parlamenter Semra Çaglar xwend. Dûre jî ji Lîjneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Ozlem Gunduz axivî û behsa keda jinan kir û got: "Em ê bajarê xwe bi xwe bi rêve bibin. Bi rojane em li qadê xebatên hilbijartinê didominînin. Pêşengtiya vê jin dikin. Em ê di 31'ê Adarê de bersivê bidin îktîdarê."
 
Piştî axaftinan namzeta hevşaredariyê ya Tetwanê Belkiza Epozdemîr qurnefîl belav kir. Dû re jinan govend gerand û dawî li şahiya xwe anîn.