Bi boneya 8’ê Adarê festîvala karê destê jinan

  • 14:57 8 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Jiyan Bexşîn ya Mirovî, bi boneya 8’ê Adarê festîvalek karê destê jinan organîze kir.
 
Li parka Azadî ya Silêmaniyê, Rêxistina Jiyan Bexşîn ya Mirovî, bi boneya 8’ê Adarê festîvalek karê destê jinan organîze kir. Di festîvalê de karê destê 80 jinan hate nîşandan.
 
Amadekarên festîvalê diyardikin ku ew dixwazin bin van çalakiyane girîngiyê bidin karên jinan û derfetên kar ji bo jinan vekin.
 
Piraniya xwe xwendevanên zanîngehê qedandine, tevlî festîvalê bûne û karên xwe didin nîşandan.