Jinan peyama yekîtiyê dan

  • 13:46 8 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajaran daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayin. Jinan di daxuyaniyan de peyama yekîtiya jinan dan. 
 
Jinên ku bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajaran daxuyanî dan, diyar kirin ku dê li dijî êrişên pergala mêrsalar têkoşîna wan bidome. Jina di heman demê de peyama yekîtiyê dan. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Sêrtê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li ber avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku bi nivîsa “Em jin li dijî xizanî, şer û tundiyê têkoşîna xwe didomînin. Em mafê jiyanê diparêzin." hat vekirin.  Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Parlamentera DEM'ê ya Sêrtê Sabahat Saritaş Erdogan, Namzeta Hevşaredariyê ya Sêrtê ya DEM Partiyê Sofya Alagaş, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li ser navê beşdaran  Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê Sohbet Altan Çetîn xwend.
 
'Em li her derê ne'
 
Sobbetê got, "Her ku xizanî û krîz zêde dibin, polîtîkayên şer kûrtir dibin û mexdûrên herî mezin ên van polîtîkayên şer jin in.Tevî van zextên hawirdorê, hilweşîna mezin a aborî, polîtîkayên şer û hawêra tundiyê, têkoşîna jinan dewam dike. Em îsal di 8'ê Adarê de careke din hêza têkoşîna azadiya jinê bi bîr tînin û weke parêzvanên mafên mirovan dibêjin 'em li her derê têkoşînê didomînin'. Li malê, li kar, li dibistanê, li kolanan, li girtîgehê... Em li her derê li dijî şer, li dijî şîdeta mêr, li dijî polîtîkayên cihêkariyê dibêjin 'em hene, em ê hebûna xwe bidomînin'.  Bijî 8’ê Adarê."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin Jiyan azadî" û tilîliyan bi dawî bû.
 
Amed
 
Tora Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî da. Gelek jin û nûnerên rêxistinên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de 8’ê Adarê li hemû jinan hate pîrozkkirin û peyama domandina têkoşîna li dijî tundiyê hate dayîn. Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. 
 
Edene
 
Baroya Edeneyê jî li edliyeyê qurnefîl dan hempîşeyên xwe û xebatkarên jin ên edliyeyê û 8’ê Adarê lê pîroz kirin. Parêzerên jin piştre jî daxuyanî dan. Daxuyanî ji hêla Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Edeneyê Açelya Can Guneş ve hate xwendin. Can, got ku dê li dijî her cureyên tundiyê, her zîhniyetên zirarê didin destkeftiyên jinan têbikoşin. Ji parêzeran Ayça Kara Sigirci jî got ku dê piştevaniya wan a bi jinan re bidome. 
 
Antalya
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Antalyayê jî li avahiya sendîkayê daxuyanî li dar xist. Sekretera Jinan a Şaxa SES’ê Nûrcan Eglentî daxuyanî xwend û got ku ew bi hêza ji dîroka xwe ya têkoşînê û mafdariya xwe digirin, xwedî li jiyanên xwe derdikevin. Eglentî, anî ziman ku di 8’ê Adarê heta ji kedxwariya kapîtalîzmê û tehekûma zîhniyeta nêrza xelas dikin dê têkoşîna xwe ya azadiyê mezintir bikin. Piştre jî Eglentî daxwazên xwe rêz kirin. 
 
Riha
 
Komîsyona Kedê ya Baroya Rihayê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji bo balê bikişîne ser zehmetiyên jinên karkerên çandiniyê yên demsalî dikişinin li ber avahiya baroyê daxuyanî da çapemeniyê. Ji bilî endamên komîsyonê Serokê Baroyê, endam û rêveberên baroyê tev li daxuyaniyê bûn. Zehra Çelîk a li ser navê komîsyonê axivî, pirsgirêkên jinên ku di karkeriya çandiniya demsaliyê dikin dikişînin vegotin. 
 
Îzmîr
 
Şaxên DÎSK Genel-Îşê yên Îzmîrê, ji Navenda Çandê ya Lemanê ya berê heta Cadeya Şehîdên Kibrisê meş lidarxistin. Bi sedan jinan pankarta “Em li dijî kedxwarin, tundî û xizaniyê ne” vekirin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bêdeng nebe biqîre û bêje ji tundiyê re na” berz kirin. 
 
Seroka Şaxa DÎSK Genel-Îş’ê ya bi Hejmara 7’an a Îzmîrê Ozgur Genç destnîşan kir ku 8’ê Adarê îfadeya xurt a têkoşîn û hevgirtina jinên kedkar e. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
Enqere
 
Baskê Tenduristiya Jinan û Bijîşktiya Jinan a Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) li Navenda Giştî civîna çapemeniyê lidar xist. Daxuyaniya ku jinên endamên TTB’ê ne tev li bûn, Endama Baskê Tenduristiya Jinan û Bijîşktiya Jinan a TTB’ê Ebrû Demîrel xwend. Endama din Îlkay Çelîkê jî daxwazên TTB’ê yên 8’ê Adarê rêz kirin. 
 
Stenbol
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Bakirkoyê têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Bakirkoyê li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Dr. Sadî Konûk daxuyanî da çapemeniyê. 
 
Li ser navê endamên SES’ê yên pankarta “Keda me, bedena me, nasnameya me; têkoşîna me bi biryar e, em di azadiyê de bi israr in” vekirin Sekretera Jinan a Şaxê Sevgî Kizilirmak xwend. Kizilırmak diyar kir ku 8’ê Adarê rojeke girîng a têkoşînê ye ku sembola berxwedana li dijî her cure zext û tundiyê ye û diyar kir ku jin û kedker wê li dijî êrîşên desthilatê têkoşîna xwe ya rêxistinî bidomînin