Li Êlihê peyama em bi felsefeya jin jiyan azadî bi ser bikevin

  • 13:02 8 Adar 2024
  • Rojane
 
ÊLIH - Mîtînga TJA’yê ya 8’ê Adarê Roja Jinan  Cîhanê bi tevlîbûneke mezin a jinan dest pê kir. Li Êlihê peyama em bi felsefeya jin jiyan azadî bi ser bikevin hat dayin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan li Parka Jinê ya Êlihê mîtîngekê li dar dixe. Di mîtînga ku jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdar dibin, ji 3 nuqteyên lêgerînê ketin qadê. Jin bi tilîlî, û dirûşma "Jin jiyan azadî" hatin qadê û li ber muzîka ku dihat lêxistin govend gerandin.
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) Halîde Turkoglu di mîtîngê de axivî. Piştre hunermend Ruken Yilmaz û Dengbêj Xalîde derketin ser dikê. 
 
Jinan di mîtîngê de wêneyên  Nagihan Akarsel, Îpek Er,  Rojvelat Kizmaz, Dilan Korkmaz, Gulistan Doku û Jîna Emînî hilgirtin. 
 
Li Êlihê peyama em bi felsefeya jin jiyan azadî bi ser bikevin 
 
Di mîtîngê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Şehit namirin”, “Bê Serok jiyan nabe”,  “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. 
 
Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê Songul Korkmaz a li ser navê Komiteya Tertipê axivî got ew ê li dora felsefeya Jin jiyan azadî bên gel hevdu. 
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Meyaser Akdag li qada mitingê banga yekîtiyê kir û got kes nikare li hemberî têkoşîna gelê kurd bisekine. 
 
Aktivîsta TJA'yê Rûken Zeryam Işik Yildiz da zanîn serhildana bi pêşengiya jinan pêş ket li her derê ketiye meriyetê. 
 
Xwişka Rojvelat Kizmaz a di hefteyên borî de dawî li jiyana xwe anî Adar Kizmaz wiha got Rojvelat berî winda bibe govend digerand loma em bawer nakin ku întihar kiribe. Adar da zanîn piştî xwişka wê winda bûye serlêdan kirine lê encam negirtine û got wan bi derfetên xwe cenazeyê wê dîtine. Adarê got ji bo tu Rojvelatên din nemirin bila jin bibin yek. 
 
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Êlihê Gulistan Sonuk jî di mitîngê de axivî û wiha got: “Li dijî têkoşîna jinan êrişên giran hene. Dixwazin destkeftiyên jinan ku bi bedelên giran hatine bidestxistin tune bikin. Jin jî li her qadê li dijî vê li ber xwe didin.” 
 
‘Divê em ji bo vê hilbijartinê mal bi mal, kolan bi kolan bigerin’ 
 
Bi domdarî Gulistan bal kişand ser hilbijartinê û wiha got: “Divê em ji bo vê hilbijartinê mal bi mal, kolan bi kolan bigerin. Bi wergirtina rêjeyeke mezin a dengan em bersivê bidin polîtîkayên qirêjî yên li dijî îradeya jinan di meriyetê de ne. Şaredariya me niha di bin texrîbata zîhniyeta xespkar de ye. Li hemberî me kesên êrişî ziman, çand û hebûna gelê kurd dikin hene. Em ê şaredariyên xwe rizgar bikin û bi modêla hevşaredartiyê bi hev re birêve bibin. Jin ji her demê bêhtir bihêz in û jixwe bawer in. Em ê bi ser kevin, em ê teqez bi ser kevin.” 
 
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî di serî de navên hemû siyasetmedarên jin ên girtî bi lêv kir û silav jê re şand. Halîde got ku dê serkeftin a jinên daxwaza azadiyê dikin be û dê jin jiyaneke azad ava bikin. 
 
‘Jin bi sedsala ye li dijî vê pergalê têdikoşin’ 
 
Bi domdarî Halîde anî ziman ku 8’ê Adarê roja berxwedanê ye û wiha domand: “Jin bi sedsala ye li dijî vê pergalê têdikoşin. Ji Êlihê heta Stenbolê û Wanê, jin li her devera cîhanê li qadan e. Daxwazên me hene û em ji bo van li ber xwe didin. Em ji bo van daxwazan jiyanekê dirêsin. Erdnîgariya me, erdnîgariyeke şeran e. Di şerên netewe dewletan de herî zêde jin tên qetilkirin. Di şexsê jinan de civak tên qirkirin. Ev şer ji hêla jinan ve nehatine destpêkirin. Ji hêla dewlet û sermayedaran ve hatine destpêkirin.” 
 
‘Jin li her derê bi têkoşîna xwe hewl didin’
 
Di berdewamê de Halîde ev tişt anî ziman: “Jin li her derê bi têkoşîna xwe hewl didin siyaseta aştiyê biafirînin. Em ne şerê Îsraîlê li dijî Filistînê daye destpêkirin ne jî şerê dewleta tirk li dijî kurdan daye destpêkirin qebûl dikin. Em jin ji bo aştiyê têdikoşin û dê rê nedin polîtîkayên şer. Ji ber ku bandorê li jiyana me dikin. Îktîdar, li şer hebûna xwe didomînin. Li hemberî me îktîdarek heye ku dijminatiyê li jinan, li kurdan, çand û dîrokê dike. Em jin polîtîkayên şer ên îktîdaran teşhîr dikin. Wan qeyûm tayînkirin û vîna me xesp kirin.” 
 
‘Em van berxwedanan silav dikin’ 
 
Bi domdarî Halîde bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevalên me ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan têdikoşin. Em van berxwedanan silav dikin û xwedî lê derdikevin. Divê em bêhtir têbikoşin û bêhtir deng derxînin.”
 
‘Li ser dijminatiya jinan tifaq hatine avakirin’
 
Halîde, got ku divê jin li her qadê berxwedanê birêxistin bikin û got ku dê hesabê hemû jinên hatine qetilkirin ji îktîdarê bipirsin. Halîde, axaftina xwe wiha qedand: “Em dikevin hilbijartinan. Li ser dijminatiya jinan tifaq hatine avakirin. Em ê di van hilbijartinan de mafên xwe dîsa bi dest bixin. Em gelek têkoşiyan û avakirina jiyaneke nû hêsan nîne. Em jin baş bi dîroka xwe dizanin. Em hewl didin bi rêya pergala xwe ya hevserokatiyê jiyaneke demokratîk û wekhev ava bikin. Em ê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin Enqereyê. Em ê qeyûman bişînin sergoya dîrokê. Em 8’ê Adarê bi coşa xwe, bi tililî, govend û dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ pîroz dikin û dengê xwe bilind dikin. Tevgera jinên kurd, jin bi jiyana azad re anî gel hev. Jinên kurd ji bo jiyaneke birûmet têdikoşin. Jinên kurd di 8’ê Adarê de li her devera cîhanê nîşan didin bê ka jiyaneke wekhev û birûmet divê çawa be. Em ê bi ser kevin, jin dê bi ser kevin, civak û gelên Rojhilata Navîn dê bi ser kevin.” 
 
Piştî axaftinan hunermend Rûken Yilmaz derket ser dikê û mitîng bi gerandina govendên li ber stranên wê bi dawî bû.