Namzet Aygul Aşan: Bazîd dê xwedî li vîna xwe derkeve

  • 09:12 8 Adar 2024
  • Ramyarî
 
 
Rojda Aydin  
 
AGIRÎ - Namzeta Hevşaredariya Bazîdê Aygul Aşan, diyar kir ku DEM Partî partiya jinê ye û got: "Em ê ji bo jinan eywana sporê vekin, ji bo derfetên kar em ê kooperatîfan pêş bixin û jinan teşwiqê çandiniyê bikin. Em di vê baweriyê de ne ku em ê di hilbijartinê de bi ser kevin." 
 
Hilbijartina herêmî ya ku dê di 31’ê Adarê de pêk bê partiyên siyasî lez dan xebatên xwe. Li bajarên Kurdistanê Partiya Wekhev û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gund, tax bajarok û bajaran bi hilbijeran re tên cem hev projeyên xwe tînin ziman. Yek jî wan navendan navçeya Bazîda Agiriyê ye. Coş û kelacana hilbijartinê li hemû tax, kolan û gundên Bazîdê belav bûye. 
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Bazîdê Aygul Aşan, derbarê xebat û hilbijartinê de ji ajansa me re axivî. 
 
‘DEM Partî ji ber ku partiyeke jinê ye…’
 
Aygul a ku di sala 1991’an de li gundê Gungoren a Bazîdê di nav malbatek welatparêz de hat dinê. Aygul li Zanîngeha Îdirê beşa Peyzaşê xwendiye. Aygul, bi lêv dike ku weke jineke kurd bi tenê karîbûye di DEM Partiyê de xwe rêxistin bike û ji ber vê yekê ji di DEM Partiyê de bûye namzeta. Aygul, bi van gotinan namzetiya xwe tîne ziman: “Ji ber ku DEM Partî partiyeke jinê ye, tevgera jinê ye. Ji ber vê yekê min xwest ez li ser xaka ku lê hatime dinê xizmetê bidim. Cara ewile ku ez di nava siyasetê de cih digirim."
 
‘Bazîd xwedî li vîna xwe derdikeve’
 
Aygul, da zanîn ku Bazîd bajerekî qedîm e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di aliyê erdnîgarî, xweza, çand, ziman, dîrok û bi Çiyayê Agiriyê xwedî cihek tûrîstîk e. Bazîd di vê hêlê de her tim xwedî vîna xwe derdikeve. Gelê Bazîdê tu carî dev ji vîn, çand û zimanê xwe bernedaye. Em bawerin ku vê yekê di sindoqan de bi awayek xûrt bidin nîşandan. “
 
Polîtîkayên şerê taybet
 
Aygul, di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand li ser polîtîkayên şerê taybet ên ser navçeyê û got bi zanebûn li ser ciwanan êriş tên meşandin. Aygul, diyar kir ku desthilatdariyê berê jin û ciwanan daye tiryak û fûhûşê û wiha pê de çû: “Bi zanebûn vê yekê li ser Bazîdê dimeşînin. Em girîngiyê didin ciwanan. Ji ber vê yekê em dixwazin ji bo ciwanan qadên nû vekin. Di hêla ev polîtîkayên şerê taybet de em ê semîner û kursan bidin. Ji bo ciwan xwe pêşve bixe em ê qadên cûr bi cûr ava bikin. Projeyên girîng hene li pêşiya me. Di nav van projeyên me de navenda çanda hûnerê jî heye.”
 
Pêşwazîkirina bi coş 
 
Aygul, diyar kir ku xebatên wan ên hilbijartinê bi hêzeke mezin berdewam dike û bi gel re têkiliyan datînin. Aygul, da zanîn ku di van hevdîtin û serdanan de daxwazên gel guhdar dikin. Aygul, da zanîn ku çi ji destên wan bê ew ê ji bo gelê xwe bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daxwazên gel bi taybetî li ser çareserkirina rê û avê bûn. Ji xwe ev hemû berpirsyariyên me yên serekene ku em pêk bînin. Gelê Bazîdê tu carî partiya xwe bi tenê nehîştiye. Cihên ku em diçin bi tilîliyan û coşek mezin tên pêşwazîkirin. Xwedî li me derdikevin û di vê helê de pirsgirêk tuneye. Ger ku em karê xwe pêk bînin ew ê zêdetir xwedî li me derkevin. Her wiha jin di aliyê aboriyê de dixwazin pêşketinekê çêbe. Dixwazin hûnerên ku bi destên xwe çêdikin bifroşin. Weke jinekê ez jî soz didim ku ji bo jinan ez ê tişta ku ji destên min bê bikim.”
 
Behsa projeyên xwe kir
 
Aygul, di dirêjiya axaftina xwe de wiha behsa projeyên xwe kir: “Ji bo jinan em dixwazin eywana sporê vekin. Jin ji bo bikarin di karekî dinê de jî bixebitin projeyên ji bo malan re kar bibin heye. Her wiha ji bo zimanê xwe pêş bixînin kursên ziman û perwerdehiyê em ê bidin destpêkirin. Di heman demê de em ê ji bo jinan cihên kooperatîfê jî vekin. De li ser erdên şaredariyê de dest bi çandiyê bikin û hem hilberinîn û hem jî bifroşin. Bi vê yekê re em dixwazin di aliyê aboriyê de alîkariya jinan jî bikin. Li aliyekî dinê ve jî Bazîd bi tena serê xwe xwedî li qadek çandê ye. Di vê çarçoveyê de em dixwazin navenda çandê ji bo ciwanan vekin. Her wiha pirtûkxane li navçeyê gelek kêm in, em dixwazin hejmara pirtûkxaneyan zêde bikin. Bi vê yekê re em dixwazin ciwanan bi çandê û xwendinê re bînin cem hevdû. Ji bo em ciwanên xwe ji polîtîkayên şerê taybet dûr bixîn em ê kargehên mûzîkê jî ava bikin. Her wiha armanca me ya vekirina kursên zimanê kurdî jî dê li dijî bişaftinê bin. Zarok û ciwanên me bi bişaftinê re rûbirû ne. Ji ber ku zarok di temenê biçûk de diçin dibistanê zimanê dayika xwe ji bîr dikin. Ji bo xwendin û nîvisandina kurdî hîn bibin em ê kursên zimanê kurdî vekin. Her wiha em ê ji bo jinan jî saziyên ziman vekin. Em ji vir bang li malbatên xwe jî dikin ku bila bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin.”
 
Banga ji bo hilbijartinê
 
Aygul, di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser hilbijartinên herêmî û bang li ciwanan kir ku xwedî li vîna xwe derkevin û got: "DEM Partî partiya jinê ye. Partiyek desthilatdar nîne. Girîngiyê dide jin û ciwanan. Ez bawer dikim ku gelê me yê Bazîdê dê di 31’ê Adarê de li ser sindoqan bersivek baş bide. Em ê teqez bi ser kevin.”