Hevşaredara berê û namzeta niha ligel hev dixebitin

  • 09:07 8 Adar 2024
  • Ramyarî
 
 
Zelal Tunç
 
WAN - Hevşaredara berê ya Erdîşê Yildiz Çetîn ya HDP’î ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin û niha bi namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê Guler Temel re dixebite û diyar kirin ku wê bajar bi rengê jinê bi xemilînin. Guler jî destnîşan kir ku piştî hilbijartinên wê hemû destkeftiyên jinan, saziyên hatine girtin ji destê qeyûman bigirin.
 
Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demek kurt ma û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe bê navber dimeşîne. Li Wan û navçeyên wê ku ji di hilbijartinên berê de DEM Partî bû partiya yekemîn di 31’ê Adarê de jî li hemû navçeyan xwedî îdiaye. Li Erdîşê buroya hilbijartinê ya jinê hat vekirin û xebat bê navber didomin.
 
Di Tîrmeha 1930’an de li gorî daneyên fermî  li Geliyê Zîlanê 15 hezar kurd hatin qetiklirin û komujiya Geliyê Zîlanê di hişan de cihê xwe girt. Her wiha xweza wê her tim hedef hat girtin û xweza wê bi HES’ê di bin lepê qirkirinê de ye. Li aliyê din bi projeya asîmilekirin anasnameya Kurd ji Zanên Pamîr a Afganîstanê di 1982’yan de Tirkên Kirgiz hatin li taxa Ulupamîr a Erdîşê bi cih bûn. Tevî hemû hewldana polîtîkayên dewletê vala haitn derxistin. AKP’ê di desthilatdariya 22 salan de  ji polîtîkayan encam negirt. Li dijî polîtîka înkar û îmhayê DEM Partî li Kurdistanê partiya yekemîn e.
 
Gel denga xwe li alî DEM Partiyê bikar tîne. Di hilbijartinên 30’ê Adara 2014’an de tevî hemû zext û lîstikan BDP bû partiya yekemîn û dîsa di 2019’an de HDP bi ser ket. Di 2014’an de namzeta hevşaredariyê ya BDP’ê Dîba Keskîn ji sedî 49,4 deng girt. Salek û nîvê peywira xwe meşand û di vê pêvajoyê de li nêzî Mewziya TOKÎ ya Jor li ser 10 donim erdî rez çand û dewrê jinan kir. Navê projeyê jî kirin ‘rezên aştiyê’.  Lê di 2016’an de qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin û hemû proje xist bin konrola xwe. Dîba jî hat girtin.
 
Hevşaredara berê û namzet ligel hev dixebitin
 
Hevşaredara di 2019’an de hat hilbijartin Yildiz Çetîn, çawa hat hilbijaritn gelek proje xist jiyanê. Lê piştî demek kurt hat girtin. Piştre tahliye bû. Yildiz niha beriya hilbijartinên 31’ê Adarê bi namzet Guler Temel re mil bi mil dixebite.
 
Yildiz Çetîn ya ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin wiha got: “Di 2019’a ez wek hevşaredara Erdîşê ya HDP’ê hatim hilbijartin. Nedihiştin em xebatên hilbijartinê hilbijartinê bimeşînin. Gelê Erdîşê îradeya xwe danî holê. Li ser îtîrazên AKP’ê hilbijartin dubare hat kirin. Sindoq ji nûve hatin jimartin. Dengên me kêm nebûn berovajî zêde derketin.”
 
5 mehan xizmeta 5 salan
 
Yildizê xizmet û proje vegotin û wiha domand: “Şaredarî nêzî qerekolê hatibû çêkirin. Hatin û çûyîna gel dihat asteng kirin. Em 5 mehan xebitîn. Me 5 mehan xebatên 5 salan meşand. Şaredarî din av deynd de bû. Ji bo gel tu xizmet nehatibû kirin. Lê tevî vê me 5 mehan de xizmetên mezin kir.”
 
‘Em reng û dengê xwe bidin bihistin’
 
Yildiz ku niha bi namzeta DEM Partî Guler Temel re xebatan mil bi mil dimeşîne wiha bang kir: “Em wek jin reng û dengê xwe bidin bihistin.”
 
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partî ya Erdîşê Guler Temel ku bi pêşhilbijartinê hat hilbijartin wiha got: “Qeyûmên tu xizmet nekirin şaredarî di bin deyn de hiştine û veguhertine kavilan. Em ê projeyên her du hevşaredarên xwe yên jin bikin jiyanê û projeyên nîvco mane bikin jiyanê û li ser vê em xebatên xwe dimeşînin.”
 
‘Em ê vî bajarî bi rengê jinê bi xemilînin’
 
Gulerê destnîşan kir ku piştî hilbijartinên 31’ê Adarê şûnde wê hemû destkeftiyên jinan, saziyên hatine girtin ji destê qeyûman bigirin û wiha pê de çû: “Piştî 31’ê Adarê em bê bajarê xwe bi rengê jinê bixemilînin. Ev gava me ya ewil e. Em ê midûriyetên polîtîkayên jinan ji nûve vebikin. Emê  ji bo jinên mîvanxaneyên vebikin. Ji ber qeyûm ev girtibûn. Li riya peravê navenda jiyanê ya jinan hebû. Em ê vê ji nûve vebikin. Li wir wê jin sporê bikin û pirtûkan bixwînin. Wê li wir kreş hebin û zarok jî li wir dema xwe derbas bikin. Em ê bi rêgeza nûneriya wekhev her qada şaredariyê ji jinan re vebikin.  Em ê hemû yekîneyan hemû qadan ji jinan re vebikin.”
 
‘Mil bi mil em ê xwedî li îradeya jinan derkevin’
 
Gulerê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Der barê jinan de gelek projeyên me hene. Ev tiştên min gotin tenê beşek ji wan e. Em ê bajarê xwe bi xwişkên xwe re bi dayik û jinan re bi rêve bibin. Em nîvê civakê ne, gotina me karê me yê em bikin hene. em ê vê bi piştgiriyê yek bi yek bînin cih. Mil bi mil em ê xwedî li îradeya jinan derkevin. Em di vî alî de piştgiriyê dixwazin.”