Li Îdirê şahiya hilbijartinê ya bi coş

  • 20:32 7 Adar 2024
  • Rojane
ÎDIR - Li taxa Cumhuriyetê ya Îdirê bi coşek mezin şahiya gel hat lidarxistin. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îdirê, li taxa Cûmhûriyetê şahiya gel li dar xist. Gelek welatiyên ku tevlî şahiyê bûn, tevlîbûna jin û zarokan reng da şahiyê. Di heman demê de di şahiyê de bi tekirlekan agir hat pêxistin. 
 
Namzetên Hevşaredarên Îdirê yên Partiya DEM’ê Nejla Kûm û Mehmet Nurî Guneş, Parlamenterê DEM’ê yê bajêr Yilmaz Hûn û rêveberên Rêxistina Herêmên Demokratîk (DBP) yên Îdirê beşdarî şahiya bi coş bûn. Piştî demek dirêj ku govend hat gerandin axaftin hatin destpêkirin.  
 
‘Em ê teqez bi ser kevin’ 
 
Nejla Kum, anî ziman ku di 31’ê Adarê de dê gel biçe ser sindoqan û gel dê vîna xwe nîşan bide û wiha got: “Di vê pêvajoyê de bi hemû lîstikên xwe yên qirêj ve tên. Lê belê ji bo vê gelê tu tiştî nekirine. Lê gelê me yê Îdirê dê derfetê nede wan. Em ê teqez bi ser kevin.” 
 
‘Ev dem naşibe tu demên dinê’
 
Mehmet Nurî Guneş jî bi lêv kir ku ligel hewaya sar coşa gel dilê wan germ kiriye û wiha pê de çû: “Germahiya me tim bi coş bi ser ketiye. Em ê dîsa bi ser xebatek baş dîsa bi ser kevin. Pêwîste em roj û şev bixebitin da ku lîstikên li ser me tên lîstin vala derbixin. Ev coş nîşan dide ku hûn di nava zanebûnekê de ne. Çawa ku hûn berê xwedî lê derketin, hûnê dîsa xwedî lê derbikevin. Ev dem naşibe tu demên dinê.”
 
‘Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek statû ye’
 
Parlamenter Yilmaz Hûn jî bal kişand tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi lêv kir ku di girtîgehan de girtî 102 rojind di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Yilmaz, destnîşan kir ku li gelek bajaran Dayîkên Aştiyê di çalakiya Nobeta Edaletê de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daxwaza wan a sereke ew e ku pirsgirêka kurd di nav rêyên demokratîk de bên çareserkirin û tecrîda belav bûye bê rakirin e. Pirsgirêka kurd pirsgirêka herî mezin a vê welatê ye. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe ne bêhiqûqî, ne qeyrana aborî û ne jî tu pirsgirêkên din nayên çareserkirin. Pirsgirêka kurd bi îmha û înkarê nayê çareserkirin. Pirsgirêka kurd pirsgirêka nasname û perwerdehiya zimanê dayîkê ye. Pirsgirêka kurd pirsgirêkek statû ye.”
 
Piştî axaftinan şahî bi dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû.