Ji bo 8’ê Adarê bibe betlana fermî pêşnûme qanûn

  • 18:02 7 Adar 2024
  • Rojane
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, ji bo 8’ê Adarê bibe betlana fermî pêşnûme qanûn da û got biryara mijara gotinê mafê esase û wê bibe destkeftiyeke girîng a ji bo hemû jinan.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û parlametnera Amedê Halîde Turkoglu ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bibe betlana fermî pêşnûme qanûn meclîsê. 
 
Di hinceta giştî ya pêşnûmeqanûnê de hat diyar kirin ku 8’ê Adarê ji bo jinan roja ku jin mafên xwe yên esas diqirine. Her wiha di pêşnûmeyê de hat diyar krin ku divê roja 8’ê Adarê bibe betlana fermî û biryara mijara gotinê  mafê esas e û wê bibe destkeftiyeke girîng ya ji bo hemû jinan.