‘Ger tecrîd neyê rakirin wê zilm jî bi dawî nebe'

  • 16:10 7 Adar 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Peyruze Kurt di çalakiya Nobeda Edaletê ya li Bayrakliya Îzmîrê de axivî û diyar kir ku divê daxwazên girtiyan bê qebûlkirin û got: "Eger tecrîd neyê rakirin wê zilm jî bi dawî nebe."
 
36 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edaletê kirin.  
 
Di çarçoveya Kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî de bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hukumxwaran a EGE'yê (EGETUHAY DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Nobet di roja 36'an de berdewam dike. Çalakiya ku li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bayrakli û Karabaglarê bi serdanan didome. 
 
Bayrakli
 
Dayika Aştiyê Peyruze Kurt di çalakiya nobedê ya li Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Bayrakliyê de axivî, bi bîr xist ku girtî zêdeyî sed roj in di greva birçîbûnê de ne û diyar kir ku dayik li her derê piştgiriyê didin girtiyan. Peyruzeyê diyar kir ku ew dixwazin dengê girtiyan bê bihîstin û wiha got: “Bila dengê wan bê bihîstin û ji vê pirsgirêkê re çareserî bê dîtin. Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe, girtî dawî li grevên birçîbûnê bînin û tecrîd bê rakirin."
Peyruze di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên 8'ê Adarê û got: "Divê hemû jin roja 8'ê Adarê de li qadan bin."
 
Karabaglar
 
Gelek welatî nobeda ku li Rêxistina DEM Partî ya navçeya Karabaglarê didome ziyaret kirin bal kişandin ser bandora tecrîdê ya li ser civakê. 
 
Di çalakiyê de dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin.