Jinên Sûryan 8’ê Adarê pîroz kirin

  • 14:39 7 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Sûryan a Sûrî li Hesekê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meşek girseyî li dar xistin.
 
Li bajarê Hesekê yê Bakûr û Rojhilatê Sûriye di çarçoveya rêzeçalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, Yekîtiya Jinên Sûriyan a Sûrî meşek li darxist. Meşvanan alên Yekîtiya Jinên Sûriyan û pankartên ku li ser nivîsa "Berxwedana jinan qeyd şikandin û dengê xwe bilind kirin" hilgirtin.
 
Meşê li ber navenda Akademiya Beytnehrên a jinên ciwan a taxa Nasra dest pê kir û li ber qada Şehîd Athro bi daxuyaniyek bi dawî bû.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, daxuyaniya bi zimanê Sûriyanî ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Sûryan Sofiya Yosif ve û daxuyaniya bi zimanê erebî jî ji aliyê Seroka Yekîtiya Jinên Sûryan a Sûrî Îlham Mitlî ve hate xwendin.
 
‘Emê bi yekîtiyê planên qirkirin û dagirkirinê têk bibin’
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “8'ê Adarê ji bo me jinên Sûryan weke rojek dîrokî ye. Ev roj roja hemû jinan e. Pêşketinên ku îro jin bidesxitiye berhema ked û berxwedaniya jinan a di aala 1857 an de ye. Îro rêxistinbûyîn û yekîtiya jinan ji hemû pilanên dagirkirî û hişmendiya mêr re bersîvek e. Emê bi yekîtiya xwe planên qirkirin û dagirkirinê têk bibin û hemû jinan azad bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.