Nûnerên Rêveberiya Xweser bi parlamenterên Îtalyayê re civiya

  • 11:06 7 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û berdevka YPJ'ê bi endamên komîteya têkiliyên derve ya Parlamentoya Îtalyayê re civiyan.
 
Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer, berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksan Mihemed, hevseroka nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Siwîsreyê Medya Hesen pêk hat bi cîgira Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Îtlaya Lea Quartabelli û 8 endamên din ên komîteyê re civiya. 
 
Di hevdîtina ku li avahiya parlamentoyê ya li Romayê pêk hat de, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tecrubeya rêveberiyê ji endamên parlamentoyê re şîrove kir û balkişand ser rola jinan di şoreşê de, têkoşîna wan a  li dijî terorê û pergala hevserokatiyê ya di nava saziyên rêveberiyê de.
 
Nûnerên Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweser dikare li herêmên din ên Sûriyeyê pêk were û wekî rêya çareserkirina aloziya Sûriyeyê nirxand. Her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser îşaret bi şerê li dijî komên çete kir û diyar kir ku şaneyên wê hîna çalak in û dem dem êriş dikin û sûdê ji mijulbûna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî herêmê digirin.
 
Nûnerên Rêveberiya Xweser bal kişand ser bangewaziyên wan ên ji bo avakirina dadgeheke taybet li herêmê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ yên girtî kir û da zanîn ku hebûna bi deh hezaran girtiyên DAIŞ'ê û malbatên wan li herêmê mîna bombeyeke li ber teqînê. Nûnerên rêveberiyê, got divê bangewaziyên Rêveberiya Xweser ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina wan çeteyan, bên bersivandin.
 
Di hevdîtinê de endamên şandeya Rêveberiya Xweser êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmê jî şîrove kirin. Da zanîn ku li herêmên dagirkirî sûcên hovane tên kirin û êrişên li dijî herêmê û binesaziya wê berdewam in. Her wiha destnîşan kir ku ji ber wê aloziyeke mirovî ya mezin çêbûye ku jiyana bi milyonan kesî xistiye xetere ye û heke ji bin kontrolê derkeve dê rê li pêşiya koçberiyeke komî veke.
 
Nûnerên Rêveberiya Xweser bang kir ku divê civaka navneteweyî li hember sûcên dewleta tirk bê deng nemîne.
 
Endamên Parlamentoya Îtlayayê jî diyar kir ku ew rewşa herêmê ji nêz ve dişopînin û gotin, astengiyên mezin li herêmê hene û divê rê li pêşiya hewldanên gûrkirina aloziyê li herêmê bê girtin. Endamên parlamentoyê bal kişand ser  ku êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser aloziya Sûriyeyê gûrtir dike.
 
Endamên parlamengtoyê anî ziman ku di serî de DAIŞ’ê  komên tundraw sûdê ji hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê digirin û diyar kir ku divê civata navneteweyî berpirsyariyên xwe bînin cih û piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin.
 
Her wiha şandeya Îtalyayê destnîşan kir ku dê bi hikumeta xwe re, navaroka hevdîtinê, mijarên ku hatine nîqaşkirin gotubêj bikin di nav de derfeta şandina desteyekê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ji bo ku rewşa mirovî bişopîne û rêbazên gihandina alîkariyan, peyda bike.