Dê axa ku lê hatiye dinê bi rê ve bibe

  • 09:06 7 Adar 2024
  • Ramyarî
 
 
Dîlan Babat
 
ŞIRNEX - Namzeta hevşaredariya Elkê Beybûn Aslan ku xwedî îdiaya ku axa lê hatiye dinê bi rêve bibe ye wiha got: “Em ê bi ziman û rengê xwe bajarê xwe bi rêve bibin. Karê me yê ewil vekirina meclîsên gel e û bi gel re pirsgirêkên gel çareserkirine.”
 
Li navçeya Elkê ya Şirnexê tevî hemû zextên desthilatdariyê gel ji bo îradeya xwe xebatên hilbijartinê didomînin. Gel diyar dike ku ew dixwazin namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) biserkevin û bi ziman û rengên xwe bên birêvebirin.
 
Namzeta DEM Partiyê ya hevşaredariya Elkê Beybûn Aslan dibistana seretayî û lîseyê li Elkê temam dike. Li Semsûrê teknîkeriyê dixwîne piştî zanîngehê vedigere Elkê. Di xebatên siyasî de dixebite û di 2020’an de du salan hevserokatiya navçeyê dike. Beybûn  piştî HDP’ê di DEM Partiyê de xebatan dimeşîne û li navçeya lê mezin bûye dibe namzet.
 
Pirsgirêkên bajar
 
Beybûn diyar dike ku Kurdistan bi her alî de di bin êrişa pergalê de ye û got her çar alî Elkê bi çiyan dorpêşkiriye û got: “Pergalê li van çiyan qereol ava kirine. Çavkaniya debarê sewalkariye. Bi mehên biharê re gel diçin zozanan û payîzê tên. Derketina zozanan a gel zehmete û her tim qerekol zehmetiyan derdixin. Carnan cihê wan diguherin carnan qedexe dikin. Tevî vê dayikên me têdikoşin. Tevî erdnîgariya me pir dewlemende pirsgirêka avê mezine. Av nayên malên me. Şaredariya niha pirsgirêkê çareser nake. Çawa em şaredariyê bigirin em ê avê bînin ziman. Îdiaya me ya mezin çareserkirina pirsgirêkên ku jin dijîn e.”
 
‘Em ê tecrîdê bişkînin û qeyûman bişînin’
 
Beybûnê destnîşan kir ku xebatê hilbijartinê bê navber tên meşandin û şêniyên bajar bi aweyekî êrînî wan pêşwazî dikin, dayik her tim dua dikin. Beybûnê wiha nirxandin kir: “Baweriya me ya em biserkevin gelek mezine. Ez jinek kurd a li vir hatime dinê. Ez bi zimanê xwe diaxivim û gelê xwe bi zimanê wan fêm dikim. Em ê destûr nedin lîstikên qirêj li vir hebin. Em ê bi cil û bergên xwe yên gelerî bi zimanê xwe hebin. Em ê jinan muxatab bigirin. Jin çi dixwazin, pirsgirêkên wan çine? Civak bi jinê heye. Em ê li dijî pirsgirêkên jinan meclîsên jinan vebikin. Jin çi bixwazin em ê li gorî wan tevbigerin. Bi salane li axa Kurdistanê polîtîkayên şer pêk tên, asta ewil tecrîdya duyem jî qeyûmin. Qeyûm dest didin ser îradeya gel. Em ê bi gelê xwe re qeyûman ji ser axa xwe bişînin. Civak çi dixawze em ê wê ava bikin. Em ê meclîsên gel ava bikin, wê di van meclîsan de jin û ciwan hebin.”
 
‘Em bixwe bawerin bila gelê me jî bixwe bawer be’
 
Beybunê herî dawî projeyên xwe wiha vegot: “Çawa me meclîs ava kirin em ê der barê jin û ciwanan de atolyeyan vebikin. Em ê ji bo ciwanan pirtûkxaneyan vebikin. Em ê ji bo jinan perwerdehiyên atoleyeyê û parkan vebikin. Em bixwe bawerin, bila gelê me jî bixwe bawer be. Bila gelê me vê zîhniyeta qirêj di 31’ê Adarê de bişînin û xwedî li partiya xwe derkevin.”