ROJEVA 07'Ê ADARA 2024'AN

  • 09:00 7 Adar 2024
  • Rojev
 
* Yek ji nûçegîhanên JINHA’yê ku 8 sal berê hat girtin, Habîbe Eren wiha got: “Jinan bi ajansa me re hem ji xwe parçeyek tê de dîtin hem jî derfetê bikaranîna çapemeniyê ku wek alaveke dengê xwe bidin bihistin, dîtin.” BI DÎMEN 
 
*Endama SES’ê teknîkera patolojiyê Halîme Altan da zanîn ku jin nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiriyê bi şertên nebaş re rû bi rû ne û got: “Li dijî hemû zayendperestî û newekheviya di qada jiyan û tenduristiyê de gotinên me hene. Em dikarin di 8’ê Adarê de desthilatdariyê jî pergalê jî biguherin.” BI DÎMEN
 
*Jinên li dijî pergala serdest ya mêr tê dikin 8’ê Adarê bi têkoşînê pêşwazî dikin. Jinên Sêrtê ji ajansa me re axivîn û banga daketina qadan kirin. BI DÎMEN
 
*Jinên Colemêrgê beriya hilbijartinên herêmî axivî û gotin wê dengên xwe bidin DEM Partiyê û wiha berdewam kirin: “Ji ber DEM Partî jinan diparêze û ji jinan re pêşengiyê dike em dengên xwe didin wê.” BI DÎMEN 
 
*Namzeta hevşaredariya Elkê Beybûn Aslan ku xwedî îdiaya ku axa lê hatiye dinê bi rêve bibe ye wiha got: “Em ê bi ziman û rengê xwe bajarê xwe bi rêve bibin. Karê me yê ewil vekirina meclîsên gel e û bi gel re pirsgirêkên gel çareserkirine.” BI DÎMEN 
 
*Jinan diyar kirin ku wê bibin dengê jinên di têkoşîna jinê de jiyana xwe ji dest dane û got: “Em paşengên jinên şehîd ketine. Hemû jin ji bo li dijî tundiyê bisekinin divê li qadên 8’ê Adarê bin. Em dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ mezin bikin û li qadan bin.” BI DÎMEN 
 
*Pararêzer Mîchela Arrîcale ku di ‘Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê’ ku ji 22 welatî bi 350 parêzerî re ji bo tecrîda giran y ali ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidawî be di 11’ê îlona 2022’yan de name şandin ji Wezareta Dadê re, cih digire wiha got: “Dema em vegerin welatê xwe, em ê zextên cidî li hikûmetê bikin.” BI DÎMEN 
 
*Jinên li Helebê yên tundiya li ser jinan şermezar kirin diyar kirin ew ê li dijî zihniyeta mêr a kevnperest têbikoşin û wiha gotin:" Li Reqayê tundî li ser jinan hat kirin. Ev tundiya ku li ser jinan tê meşandin bi armanca tunekirina îradeya jinê ye. Em wekî jin li dijî vê tundiyê serî natewînin. "  BI DÎMEN 
 
*Namzeta hevşaredariya DEM Partî ya Artemêtê Rabîa Başak Koç da zanîn ku ev 8 sal in navçe bi xespa qeyûm tê bi rêvebirin û hewcedariyên sereke yên gel jî nayên çareserkirin. Rabîayê got wê di hilbijartinan de tişta ku aydê wan e ji nû ve bigirin. BI DÎMEN 
 
* Endama Meclîsa TAJÊ ya gundê Guhbel  Zozan Remo û Endama Meclîsa TAJÊ ya navçeya Sinûnê Edûl Elî,  tevlî meşe bûn û gotin: “Ev roj roja me ya berxwedan û tolhildanê ye.” BI DÎMEN