Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Torbaliyê meşa 8’ê Adarê

  • 22:40 6 Adar 2024
  • Rojane
ÎZMÎR - Meclîsa Jinan a Torbali ya DEM Partiyê bi wesîleya 8’ê DAarê meş û hevdîtina jinan pêk anî. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk axivî û da zanîn ku divê gotina xwe ji dewleta mêr, mêrên ku pişta xwe dane dewletê re bêjin û got bijî 8’ê Adarê, bijî têkoşîn.
 
Meclîsa Jinan a Torbali ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi wesîleya 8’ê Adarê hevdîtina gel pêk anî. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk û gelek jin tevli hevdîtinê bûn.
 
Namzeta hevşaredariya Torbali ya DEM Partiyê Ozden Bîngol di hevdîtinê de axivî û da zanîn ku ew ji ber sekna jinan kêfxweşin.
Burcugul Çubuk jî di hevdîtinê de axivî û da zanîn ku divê jin gotina xwe ji deweleta mêr re, ji mêrên ku pişta xwe didin dewletê re bêjin. Burcugulê 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha bi dawî kir: “Bijî 8’ê Adarê. Bijî têkoşîna jinan.”
 
Hevdîtin bi gerandina govendê bidawî bû.