Ji Jinan bernameya çand û dîroka Kurdan

  • 18:42 6 Adar 2024
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Geverê bi pêşengiya  Meclîsa Dayikên Aştiyê di çarçoveya 8’ê Adarê de bernameya dengbêjan pêk hat.
 
Li Gever a Colemêrgê Meclîsa Jinan a Dem Partiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Dayikên Aştiyê li buroya hilbijartinê ya navçeyê brenameya bi mijara ‘Çand û Dîroka Kurdan’ pêk anî. Gelek jin tevli bernameyê bûn û di bernemeyê de bêrikên berê û pankarta bi Kurdî ya ‘jin hebûn û afrînere’, ‘Jin jiyan azadî’ hatin daliqandin.
 
Dayika Aştiyê Gulbeaz Mihçi axivî û balkişand ser wate û girîngiya 8’ê Adarê. Gulbeyazê daxuyakirin ku bi fikriyta ‘azadiya jinê’ ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan afirandiye zext û astengî şikandine.
 
Bername bi klamên dengbêjan û govendê bidawî bû.