Li Mûşê hevdîtina jinan

  • 18:37 6 Adar 2024
  • Rojane
MÛŞ - Li Muşê di çarçoveya 8’ê Adarê de bi pêşengiya DEM Partî û TJA’yê hevdîtina jinan pêk hat. Di hevdîtinê de hat gotin ku wê ji 8’ê Adarê heta 31’ê Adarê xeta têkoşînê ava bikin.
 
Li Mûşê bi pêşengiya TJA û DEM Partiyê  di çarçoveya 8’ê Adarê de hevdîtina jinan pêk hat.  Namzeta Hevşaredariya Kopê Aryan Dogan di hevdîtinê de axivî û  8’ê Adarê li hemû jinan û girtiyên jin pîroz kir. Aryanê daxuyakirin ku têkoşîna jinan esas e û wê li her qada jiyanê têbikoşin.
 
Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz jî aixvî û got wê ji 8’ê Adarê heta 31’ê Adarê xeta têkoşînê ava bikin û wê şaredariyan ji nûve bigirin.