Nobeda Edaletê di roja 91'ê de ye

  • 16:15 6 Adar 2024
  • Rojane
 
WAN - Li Wanê Nobeda Edaletê di roja 91'ê de dewam dike. Di nobedê de hat diyarkirin ku heta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bibin dê çalakiya xwe bidomînin.
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê di pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 91’emîn de berdewam kir. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevli çalakiya li avahiya Rêxistina Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) berdewam dike bûn.
 
‘Têkoşîn dê bidome’ 
 
Yek ji dayikan Fatma Avci ya di nobetê de axivî, wiha got: “Zarokên me di çalakiya greva birçîbûnê de li ber xwe didin, em ji bo piştgiriyê bidin wan di nobetê de ne. Pirsgirêkên tenduristiyê yên hevalên me dest pê kirine. Ev zext û zilm dê heta ku derê berdewam bike. Yekane tişta em dixwazin di kesayeta birêz Abdullah Ocalan de hemû girtiyên siyasî bi awayekî fizîkî azad bibine. Li vî welatî tenÊ li dijî kurdan helwesteke wiha tê nîşandan. Li vî welatî tişteke bi navê edaletê nîne. Heta ku em sax bin em ê li pey girtiyên xwe bin û têkoşîna wan bidomînin. Ev têkoşîna me dê encam bigire, em vê dizanin, bila ew jî bizanin.”
 
‘Em ê li qadan bin’ 
 
Dû re aktîvîsta TJA’yê Aynûr Sarica jî wiha axivî: “Hevalên me 101 roj in li girtîgehan di çalakiya greva birçîbûnê de ne, em têkoşîna wan silav dikin. Em weke TJA heta ku zextên li girtîgehan berdewam bikin têkoşîna me ya li qadan jî dê berdewam bike. Heta ku birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bi awayekî fizîkî azad nebin dê têkoşîna me bidome.”
 
Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Çalakiya nobetê bi stranan berdewam kir.