Ji jinan banga 'Di 8'ê Adarê de serhildanê mezin bike'

  • 15:47 6 Adar 2024
  • Rojane
 
AMED - Meclîsa Jinan a DBP'ê û TJA'yê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi jinan re hat gel hevdu. Jinan ji bo mîtînga wê roja înê li Meydana Îstasyonê bê lidarxistin banga tevlîbûnê û banga mezinkirina serhildanê kirin. 
 
Meclîsa Jinan a DBP'ê û TJA'yê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Sûra Amedê bi jinan re hat gel hevdu. Hevseroka DBP'ê ya Giştî Çigdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol, parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevilay Çelenk û gelek jin tevli çalakiyê bûn. 
 
Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol banga tevlibûna çalakiyan kir û got divê xwedî li îradeya jinan bê derketin. 
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî banga tevlibûna mîtinga di 8'ê Adarê de ya li Îstasyona Amedê kir. 
 
Hevseroka DBP'ê ya Giştî Çigdem Kiliçgun Uçar da zanîn divê li her derê Kurdistanê dengê jinan bên bilindkirin û got divê têkoşîn bidome. 
 
Çalakî bi belavkirina belavokan bi dawî bû.