Kampanyaya komkirina îmzeyan a li Helebê dewam dike

  • 15:02 6 Adar 2024
  • Rojane
 
HELEB - Li her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îmze ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tên komkirin. Ji Rêveberiya Komîna Pakrewan Behzet Zîlan Şêxo ya ku tevli çalakiya komkirina îmzeyan dibe got heta ku em azadiya Rêberê xwe misoger nekin em dest ji xebat û têkoşîna xwe bernadin. 
 
Li her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji aliyê Însiyatîfa Gel ve kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike. Li her sê taxan îmze tên komkirin. Ji Rêveberiya Komîna Pakrewan Behzet Zîlan Şêxo jî bal kişand ser çalakiya komkirina îmzeyan û got heta Abdullah Ocalan azad bibe wê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Kampanyaya me dewam dike 
 
Ji Rêveberiya Komîna Pakrewan Behzet Zîlan Şêxo derbarê çalakiya komkirina îmzeyan de wiha got:"Ji dîroka 12'ê Sibata 2024'an ve ye me li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên bajarê Helebê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan kir û heta niha jî ev kampanyaya me dewam dike. Welatiyên li vir bi dilxweşî îmzeya xwe didin, her wiha ji milê bajêr ve jî tên."
 
'Em dest ji xebat û têkoşîna xwe bernadin'
 
Zîlanê da zanîn ku ew bi saya ramanên Abdullah Ocalan îro li ser piyan e û wiha got: "Îro bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan me jinan xwe nas kir û di her qadê de me cihê xwe girt. Her wiha me ev fikir ji xwe re kir bingeh û li ser wê me kar û xebata xwe da destpêkirin lewma jî heta ku em azadiya Rêberê xwe misoger nekin em dest ji xebat û têkoşîna xwe bernadin. Ji ber ku ji bilî felsefeya Rêbertî em nikarin tu serkeftinan misoger bikin."