Çûn serdana gorên jinên ku hatine qetilkirin

  • 13:12 6 Adar 2024
  • Rojane
 
WAN - TJA û MEBYA - DER'ê bi minasebeta 8'ê Adarê çûn serdana gorên jinên ku hatine qetilkirin.
 
Li Wanê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê ya Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA DER) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, li Goristana Yenîmahale ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê serdana gorên  jinên ku di têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane kirin.  
 
'Dê bi pêşengiya jinan azadî pêk bê'
 
Piştî rêzgirtinê Hevseroka MEBYA  -DER'ê Hanim Kaya, 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir. Hanimê diyar kir ku ger azadî pêk bê dê bi pêşengiya jinan pêk bê û wiha ogt, "Em li ser goristanên hevalên me yên ku di têkoşîna azadiya kurd de jiyana xwe ji dest dane soz didin. Heta ku em xeyala wan a Kurdistana Azad pêk bînin em ê li ser şopa wan têkoşîna  xwe bidomînin." Hanimê teccrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî şermezar kir û got, "Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîda li ser jin û ciwanên kurd e. Sedema qetilkirina jinan tecrîd e. Dema ku jina azad bibin dê her tişt azad bibe. Dê bi pêşengiya jinan azadî pêk bê." 
 
Jinan piştî axaftinan serdana gorên jinan kirin û qurnefîl danîn ser gorên wan û dua kirin."