Parêzer Francesca Trasattî: Îmrali navnîşana çareseriyê ye!

  • 09:34 6 Adar 2024
  • Rojane
 
 
Marta Somek
 
STENBOL- Parêzer Francesca Trasattî ku di Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê de cih digirt û li Amed û Stenbolê gelek serdan pêk anîn wiha got: “Qanûnên neteweyî û navneteweyî tên binpêkirin û li ser Ocalan û girtîgehan tecrîd tê meşandin. Rakirina tecrîda li ser Ocalan mijarek girînge. Îmrali navnîşana rast a çareseriyê ye. Ji ber Ocalan nasname û têkoşîna gelê Kurd  temsîl dike.”
 
 Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 26 sal in di bin tecrîdeke giran de tê girtin û 35 meh in tu agahî jê nayê girtin. "Delegasyona Navneteweyî ya dijî tecrîd û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd" ku 12 parêzerên ji Swêd, Başûrê Afrîkayê, Ispanya, Îtalya û Norveçê têde cih girtin li dijî tecrîdê di navbera 28-29’ê Sibatê de li Amede serdan pêk anîn. Heyetê di 1’ê Adarê de bi nûnerên civaka sivîl û parêzerên Buroya Hiqûq a Asrin ya Stenbolê re serdan pêk anîn û di 2’ê Adarê de li şaxa OHD’ê ya Beyglu ya Stenbolê li otelekê konferansa ‘li dijî siyaseta tecrîdê têkşîna aştî û azadiyê’ pêk anî.
 
Endama Partiya Potera al Popolo ya Îtalyayê û endama Roma Baroyê parêzer Francesca Trasattî ku di heyete de cih digirt ji JINNEWS’ê re axivî.
 
‘Li ser Ocalan û girtîgehan tecrîd tê afirandin’
 
Francesca da zanîn ku mafê mirovan mafên sereke ne û got: “Jinên Kurd di alî şikandina tecrîd û mafê mirovan de daxwazên wan hene. Bêguman bersiva van daxwazan nayê dayîn. Li Tirkiyeyê mijara demokrasî û mafê mirovan bi pirsgirêke. Qanûnên neteweyî û navneteweyî tên binpêkirin. Li ser Ocalan û girtîgehan tecrîd tê afirandin. Ev rewşek dijhiqûqiye.”
 
‘Li dijî tecrîdê têkoşîna yekbûyî’
 
Francesca daxuyakirin ku rakirina tecrîda ser Abdullah Ocalan girînge û wiha bi lêv kir: “Li welatekî binpêkirina maf ne tenê pirsgirêka wî welatiye. Ev ji bo hemû cîhanê xetereye. Ev pirsgirêkek gerdunniye. Divê li dijî vê pirsgirêkê têkoşînek yekbûyî hebe.”
 
‘Me zext li CPT kir’
 
Francesca daxuyakirin ku  Konseya Ewropayê bi qasî dewletekê xwedî hêze ku zextê li Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê (CTP) bike û wiha domand: “Ya me jî estnrumanek me ya hiqûqî ya bi qasî vê hêzê tuneye. Ev pirsgirêka afirandina rayagiştiye. CPT rapora 2022’an aşker anekir. Nayê zanîn çi hevdîtin hatine kirin. Meha borî  me di civîna xwe ya  Komîsyona Têkiliyên derve de ji hiqûmetê xwest ku zext li CPT bê kirin ku raporê aşkera bike. Tenê riya me eve ku em bînin rojevê. Wekê din rêbaz tune.”
 
‘Navnîşana çareseriyê Îmralî ye’
 
Francesca di dawiya axaftina xwe de got navnîşana çareseriyê Abdullah Ocalan e û wiha dawî lê anî: “Îmrali navnîşana çareseriyê ye. Qanûnên neteweyî û navneteweyî tên binpêkirin û li ser Ocalan û girtîgehan tecrîd tê meşandin. Rakirina tecrîda li ser Ocalan mijarek girînge. Îmrali navnîşana rast a çareseriyê ye. Ji ber Ocalan nasname û têkoşîna gelê Kurd  temsîl dike.”