'Azadî dê bi têkoşînê mîsoger bibe'

  • 09:27 6 Adar 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo û Endama Meclisa Jinan a Sûrî Gulistan Çawîş, derbarê 8'ê Adarê de axivîn û bal kişandin ser pêşengtiya jinan a li Rojava û gotin: "Jin dê bi têkoşîna yekgirtî dê azadiya tevahiya jinan misoger bike."
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û taybet jina kurd ku ji bo azadiya xwe di nav berxwedanê de ye. Her wiha li hemû qadan û di hemû astan de serkêşiya civakê dike. Li herêmê jî çalakiyên pîrozbahiyên 8'ê Adarê tên kirin. Jinan di çalakiyan de banga mezinkirina têkoşînê dikin. 
 
Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê Fehîme Hemo û Endama Meclisa Jinan a Sûrî ya ofîsa têkiliyan ya Helebê Gulistan Çawiş ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser têkoşîna jinan. 
 
Têkoşîna jinan 
 
Fehîme Hemo, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser 8'ê Adarê û got: "8'ê Adarê ji bo tevahiya jinên cîhanê bûye armanca têkoşîn û serîrakirina jinan a li dijî koletî û newekheviyê. Bi taybetî bi pêşengiya Clara Zetkin hat destpêkirin û heya roja me ya îro ev têkoşîn û berxwedana jinan berdewam dike. Jinan niha dengê xwe li dijî pergala qirêj yên ku li ser serê jinê hikumdariyê dike bilind dike. Jinan niha li dijî kevneperestî û olî ya ku jinê diçewisîne tenê di nava malê de bi zarok anînê re sînor dar dike têkoşîn dide."
 
'Bi hezaran canfeda hene'
 
Fehîmeyê daxuyand ku gelek jin di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê de ji bo xwe bighînin azadiyê cih girtine wiha axivî: "Tevgera Azadiya Kurdistan a ku Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan diyarî tevahî jinan kir jin ji wê îdyolojiyê gelek hêz girt. Her wiha bi hezaran jin canê xwe feda kir. Bîrdozî û felsefeya azad li tevahî cîhanê û di nava jinan de belavdibe mînaka wê jî pakrewan Zîlan bû. Bi wê yekê re bingehek nû ji bo artêşbûna jinê da ava kirin. Bi hezaran jin di ser riya pakrewan Zîlan meşiyan û şopa wê dan berdewam kirin. Ev yek ji bo kurdan dibe xwedî vîn û îrade. Cihê xwe di tevahî cih û qadan de bigire û fikra Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji xwe re esas girt."
 
'Jin pêşengtiya Şoreşa Rojava kir'
 
Fehîmeyê bal kişand ser Şoreşa Rojava a ku bi pêşengiya jinê bi ser ket û wiha dom kir: "Şoreşa Rojava bi felsefeya rêbertî û bi pêşengitiya jinê ava bû û heya roja me ya îro destkeftiyên xwe ava dike. Ev şoreş pêşengî û berdewamiya tevahî şoreşan kir. Ji hemû aliyên siyasî, leşgerî, rêxistina xwe da avakirin û xwestin tevahî jin xwedî bi vîn û hêz be. Di dema me ya îro de li Rojava hevpeymana civakî hat lidarxistin. Hevpeymanek ku tê de gelek zagon hebûn ku mafê jinê têde were parastin. Her wiha zêdetir rêxistina jin xurt bikin, her wiha ev şoreş bandora xwe li ser tevahî jinên cîhanê kir. Ji bo wê jî rojek tenê ji bo ku jin têde asta tekoşîna xwe bilind bike ne bese e. Her wiha divê jin her roj bi vê rojê re têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bike. Destkeftiyên xwe biparêz e." 
 
Ji bo avakirina civakeke azad... 
 
Fehîme da zanîn ku divê di vê salê de zêdetir rêxistinbûna xwe  pêş bixin, xwe perwerde bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wateya 8'ê Adarê bidin şîrove kirin ji bo tevahî pêkhateyên di civakê de. Lê li kêleka wê erka me jinan tevahiyê ku ji bo azadiya rêbertî em têbikoşin ji ber ku bi saya fikir û felsefeya rêbertiyê me xwe gihand roja îro. Azadiya jin di azadiya rêbertiya xwe de em dibînin. Em ê hemî kar û xebat xwe di xizmeta azadiya rêberê xwe de bikin ku em bikaribin civakek azad û bi dad bidin avakirin."
 
Gelek jin canê xwe dan
 
Gulistan Çawîş jî di axaftina xwe de bal kişand ser 8'ê Adarê û got: "Li dar xistinaa vê rojê encama wê ku gelek jin canê xwe kirin qurban. Ev yek jî di sala 1908'an de bû ku jin serî hildan û wekhevî xwestin lê piştî salek ji aliyê partiya sosyalîsta Emerîkayê hat pejirandin ku ev roj bibe rojek cîhanî ji bo tevahî jinan û destpêkê weke cejina pîrozkirin ê li bajarê Emerîkayê hatin li dar xistin."
 
'Azadî dê bi têkoşînê mîsoger bibe'
 
Gulistanê behsa rewşa jinên kurd û jinên di Sûriya kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî ku serhildanên ku li Sûriyê hatin li dar xistin jinan bi serî rakirinê re hewlda ku hebûn û nasnameya xwe biparêz e. Bûn xwedî rolek gelek girîng. Her wiha ev yek bi saya projeya netewa-demokratîk pêk hat. Îro jin di qadên leşgerî de jî cih girtin û li dijî çeteyên herî xeternak di cîhanê de li dijî DAIŞ'e şer kirin. Serkeftineke dîrokî dan avakirin. Îro li Rojava jin xwe gihandin azadiya xwe. Her wiha azadiya tevahî jinan bi bilind kirina asta têkoşînê wê misoger bibe."