Bi hevserokatiyê bersivê didin zextan

  • 09:21 6 Adar 2024
  • Rojane
 
 
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Hevseroka DEM Partî ya Licê Gulten Gulen ku tevî zextên dewletê gundê xwe terk nekir û têkoşîna xwe meşandiye wiha got: “Tehdît kirin lê dîsa jî me gundê xwe terk nekir. Ax ya me ked ya me. Yên van zehmetiyan derdixin ew in.
 
Di salên 90’î de polîtîkayên tunekirina Kurdan bi şeiwtandina gundan berdewam kirin û Kurdan gundên xwe derketin û li bajaran bicih bûn. Kurdên ji warên wan hatin kirin dest ji têkoşînê bernedan. Yek ji van hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Licê Gulten Gulene. 
 
Gulten li gundê Penav a Licê tê dinê û niha 44 saliye. Gultenê zextên dewletê û têkoşîna li dijî vê daye vegot.
 
Dewletê mala wê şewitand, sewalên wê qetil kir
 
Gultenê diyar kir ku mala wê di 1990’î de hatiye şewitandin û got: “Dewletê di 90’î de gundê me mala me şewitand. Nehiştin em alavên xwe derxin derve. Evqas zilm kirin rabûne behsa ol û îmanê dikin. Bi wan re ol û îman tune. Ger hebûna wê wisa bikirana. Ji bo tiştên hatine kirin neyên jibîrin me ji zaorkên xwe re gotin. Mal me şewitandin. Sewalên me qetilkirin. Em tehdîd kirin. Lê me gundê xwe terk nekir.”
 
Hem sewalkariyê hem jî hevserokatiyê dike
 
Gulen ku hevseroka DEM Partî ya Licê ye, di heman demê de bi sewalkariyê re mijûl dibe û wiha pê de çû: “Em jinên kedkarin. Ji roja zewicime ev 15 sale navbera gund û navçeyê de diçim û tê. Ez xebatên partiya siyasî û jiyana gund bi hev re dimeşînim. Sibehê 07.00’an de radibim diçim li sewalan li baxçe dinerim. Piştre diçim navçeyê tevli xebatan dibim. Em xebatên xwe ji sibê re nahêlin. Ev 30 sale bi aktîf di xebatan de me. Du deme hevserokatiyê dikim. Ez ji dil xebatên partiyê dimeşînim.”
 
‘Em li dijî tecrîdê berxwe didin’
 
Gultenê daxuyakirin ku wek gel ji zextan natirsin û got: “Li dijî astengiyan li hemû qadan xebatên me didomin. Divê beriya her tiştî tecrîd bê şikandin. Em wek gel li dijî tecrîdê berxwe didin. Em ê şaredariyên xwe ji nûve bigirin. Ew me bikujin jî em natirsin û em ê tiştên aydê xwe bigirin. Bila qeyûm vê wisa bizanibe. Em ê li ser axa xwe bin. Em şûnde gavê navêjin.”
 
Li Licê sewalkarî kêm dibe
 
Gultenê her wiha balkişand ser krîza aborî û got krîzê wek her derê bandorek neyînî li Licê jî kiriye û qada herî zêde bi bandor bûye sewalkatiye. Gultenê got ji ber vê sewlkarî li navçeyê her diçe kêm dibe.