Wê bi ‘Jin jiyan azadî’ dakevin qadan

  • 09:20 6 Adar 2024
  • Rojane
 
 
Oznûr Deger
 
RIHA - Rêvebera Komeleya Piştevaniya Jinan a Yaşamevî Sevînç Îzol der barê 8’ê Adarê de axivî û got: “Em hêza xwe ji jinan digirin. Dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ wê dirûşmeya me ya herî esas be. Em bang li hemû jinan dikin. Em 8’ê Adarê de dakevin qadan û xwedî li maf û jiyanên xwe derkevin.”
 
Ber bi 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li welat têkoşîn û berxwedana jinê her diçe zêdetir tê dîtin. Jinên li dijî tundiya mêr serî natewînin, li bajarên lê dimînin starta 8’ê Adarê dan û banga têkoşînê kirin.
 
Li Rihayê jî jinan bernameya çalakiyan a 8’ê Adarê aşkera kirin û bang li hemû jinan kirin ku dakevin qadan. Rêvebera Komeleya Piştevaniya Jinan a Yaşamevî Sevînç Îzol der barê 8’ê Adarê de nirxandin kir û bang li hemû jinan kir ku dakevin qadan.
 
‘Em dest ji jiyan û mafên xwe bernadin’
 
Sevînçê da zanîn ku di pêvajoye ku tundiya mêr û dewletê zêde bûye de 8’ê Adarê pêşwazî dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di rojekê de 8 jin tên qetilkirin. Em di pêvajoyek wisa de diçin 8’ê Adarê. Bêguman sedema zêdebûna tundiya mêr-dewletê polîtîkayên bêcezahiştinê ye. Em dibêjin kuştinên jinan polîtîk in. Sedema vê jî polîtîkayê bêcezahiştinê ye. Ji bo kuştinên jinan bê sekinandin divê dewlet demildest vegerin peymanên navneteweyî û dawî li polîtîka bêcezahiştinê bîne. Em  jin jî dê li dijî qetilkirinên jinan mafê jiyana xwe biparêzin. Em dest ji jiyan û mafên xwe bernadin.”
 
‘Dirûşmeya me ya esasa ‘jin jiyan azadî’ ye’
 
Sevînçê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê 8’ê Adarê de li her derê bin, biaxivin û daxwazên xwe bîni ziman û got: “Em hêza xwe ji jinan digirin. Dirûşmeya me ya esas ‘jin jiyan azadî’ ye. Em ê vê di hemû çalakî û xebatên xwe de bînin ziman. Em ê li bajar xwedî li nûneriya wekhev derkevin. Em bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadên 8’ê Adarê û xwedî li maf û jiyanên xwe derkevin.”