ROJEVA 06'Ê ADARA 2024'AN

  • 09:00 6 Adar 2024
  • Rojev
 
* Namzeta Hevşaredariyê ya Şemrexa Mêrdînê Kudret Uçuk, diyar kir ku li Şemrexê pirsgirêkên wekî qirêjiya hewa, hişkesalî û texrîbatên xwezayê heye û got: "Dê di 31'ê Adarê de em ê bi ser kevin û bi gel re pirsgirêkên xwe çareser bikin." BI DÎMEN 
 
*Parêzer Francesca Trasattî ku di Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê de cih digirt û li Amed û Stenbolê gelek serdan pêk anîn wiha got: “Qanûnên neteweyî û navneteweyî tên binpêkirin û li ser Ocalan û girtîgehan tecrîd tê meşandin. Rakirina tecrîda li ser Ocalan mijarek girînge. Îmrali navnîşana rast a çareseriyê ye. Ji ber Ocalan nasname û têkoşîna gelê Kurd  temsîl dike.”DÎMEN HEYE
 
*Endama Piştevaniya Mor Gîzem Alîca da zanîn ku hevala wê ya têkoşînê Sevde Unal ya li dijî gumanbarê tacîzê parastina cewherî pêk aniye hatiye girtin û got: “Parastina cewherî ji bo me rewa ye. Em ê pêk bînin. Em ê li dijî pergala ku qestê canê me dike di 8’ê Adarê de li Qadan bin.” BI DÎMEN 
 
*Yek ji lîstikvanên Şanoya Bajar a Amedê Zeycan Ateş der barê xebatê Çandî yên Kurdî de ku di demên dawî bi qedexeyan tê rojevê de axivî û got: “Mirovên me bi zimanê xwe, bi zimanê rojane jiyana xwe di vê lîstikê de dîtin. Me jî bi vê dît ku şano bi zimanê dayikê zêdetir eleqeyê dibîne.” DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera Komeleya Piştevaniya Jinan a Yaşamevî Sevînç Îzol der barê 8’ê Adarê de axivî û got: “Em hêza xwe ji jinan digirin. Dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ wê dirûşmeya me ya herî esas be. Em bang li hemû jinan dikin. Em 8’ê Adarê de dakevin qadan û xwedî li maf û jiyanên xwe derkevin.” BI DÎMEN 
 
*Hevseroka DEM Partî ya Licê Gulten Gulen ku tevî zextên dewletê gundê xwe terk nekir û têkoşîna xwe meşandiye wiha got: “Tehdît kirin lê dîsa jî me gundê xwe terk nekir. Ax ya me ked ya me. Yên van zehmetiyan derdixin ew in. BI DÎMEN 
 
*Jinên Agiriyê ku têkildarî 8’ê Adarê de peyamên xwe anîn ziman, bi lêv kirin ku li dijî hemû êrîş û hişmendiyan ew ê bi rihê serhildanê dakevin qadan. BI DÎMEN 
 
* Hevseroka SES'ê ya Şîşliyê Fadîme Kavak da zanîn ku wek jinên kedkarên tenduristiyê hem li malên xwe hem li qadên xebatê li dijî şert û mercên zehmet yên xebatê û pergala hiqûqê ya ku gumanbaranên destdirêjiyê didin beratkirin, têkoşînê didin û got: “Em têkoşîna yekbûyî ya jinan diparêzin.” BI DÎMEN 
 
*Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo û Endama Meclisa Jinan a Sûrî Gulistan Çawîş, derbarê 8'ê Adarê de axivîn û bal kişandin ser pêşengtiya jinan a li Rojava û gotin: "Jin dê bi têkoşîna yekgirtî dê azadiya tevahiya jinan misoger bike." BI DÎMEN 
 
*Namzeta herî ciwan a DEM Partiyê Gullu Durak da zanîn ku yek sedema wê ya li Dêrgulê bûye namzet got: “Dema em şaredariyê bigirin yekane xebata me ya ewil ev e ku em midûriyeta polîtîkayên jinan bikin xizmetê.” BI DÎMEN
 
*Namzeta Hevşaredariyê ya Wêranşarê Bedriye Yorgun, diyar kir ku îdiaya Wêranşarê bibe bajarê jinan ne îdiayeke ferdî ye û got, “Di encama ezmûn û têkoşîna tevgera jinê de bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' felesefeyeke ekolojîk, demokratîk a azadî xwaz a jinê heye û ev têbazeke jiyanê ye.  Ez bi hevalên xwe yên têkoşînê re nirxê ku vê felsefeyê derdixe holê pêk bînin."  DÎMEN HEYE