Rojava çalakiyên 8’ê Adarê didomin

  • 21:32 5 Adar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Rojava bi bernameyên cuda didomin. Kongra Star û Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn ên Helebê şevbuhêrkeke folklorî li dar xist.  Her wiha li Dêrazor jî bi heman armancê du panel pêk hatin.
 
Li bajarên Rojava di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de çalakî û bernameyên cuda pêk tên. Li Heleb û Dêrazor di panelên pêk hatine de gelek jinî cih girt û gelek mijar nîqaş kirin.
 
Heleb 
 
Di çarçoveya çalakiyên ji bo 8'ê Adarê de, Kongra Star û Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn ên Helebê şevbuhêrkek li hola civînan a 8'ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist. Di şevbuhêrkê de stran û xwarinên folklorî hatin pêşkêşkirin.
 
Di çalakiyê de bi sedan jinên taxê, saziyên sivîl û partiyên siyasî bi cil û bergên xwe yên gelêrî yên folklorî beşdar bûn.
 
Di çalakiyê de xwarinên gelêrî yên herêma Efrînê ku ji aliyê jinên beşdar ve hatine çêkirin, hatin pêşkêşkirin. Xwarinên folklorî wek "boranî, hevîr, sermîsak, şîşperek, danik, kardî û kufte û hwd hatin çêkirin.
 
Her wiha komên Tevgera Hîlala Zêrîn stranên folklorî pêşkêş kirin.
 
Sultane Mihemed ku yek ji beşdaran bû diyar kir ku xwarinên folklorî li gorî giya û berhemên berdest dihatin çêkirin û got: "Bo mînak, dema ku dimsê şêrîn (dimsê tirî) tê amadekirin, pê re xwarina zenglolik (ew ji dimsê tirî, rûn û ard çêdibe) jî tê amadekrin."
 
Di dawiya çalakiyê de Nivîsgeha Jinan a Komîteya Perwerde û Fêrkirina Civaka Demokratîk a Helebê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan bi siloganên 8'ê Adarê li beşdaran belav kirin.
 
Dêrazor
 
Di çarçoveya çalakiyên 8ˊê Adarê yên bi armanca xurtkirina rola jinan û balkişandina ser têkoşîna wan de Meclisa Jinan a Edaleta Civakî bi hevkariya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi diruşma ˊBi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin-dagirkerî-tecrîdê têk bibinˊ li rojavayê Dêrazorê panelek li dar xist.
 
Panel ji 3 mijarên sereke pêk hat. Berdevka Mala Jinan a Ayşe Mihemed mijara yekemîn xwend, 8ˊê Adarê pênase kir, girîngiya wê rojê şîrove kir.
 
Endama rêvebera komîteya lihevanînê Ayşe El Elî jî mijara duyemîn xwend. Ayşe behsa bikaranîna jinan û sedemên wê kir; aborî, civakî û çandî.
 
Endama Meclisa Jinan a Edaleta Civakî Îman Silêman mijara sêyemîn xwe de û tê de behsa hişbirê û bandora wê li ser civak, ciwan û jinan kir.
 
Dûre beşdaran li ser mijarên panelê nîqaş kirin û anî ziman ku divê desteke jinan were kirin, were xurtkirin û di tevahî mecalan de beşdar be û rola wê were geşkirin. Di vê çarçoveyê de Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li hola navenda çandê ya bajarokê Kîsra bi beşdariya nûnerên jin panelek li dar xist.
 
Di panelê de berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Huda El Xalidî li ser rola jinan û girîngiya zanakirina wan a çanîd û fikrî di avakirina neteweya demokratîk de nîqaş kir.Her wiha di panelê de gelek mijar hatin nîqaşkirin. Di mijara yekemîn de behsa rola jinan a mezin di gihandina civakan de, pêşxistina jinan û avakirina fikra wê û çandina wê hat kirin. Di mijara duyemîn de li ser bandora jina rewşenbîr li ser gihandina nifşên nû, zana û pêşerojê û çawaniya birêvebirina demê û pêşxistinê hate nîqaşkirin.
 
Di dawiyê de nîqaş li pêş beşdaran hat vekirin û wan girîngî da xurtkirina jinê.