‘Ev hilbijartin wê bibe hilbijartina hesab pirsînê’

  • 20:50 5 Adar 2024
  • Ramyarî
WAN - DEM Partiyê li navçeya Bêgirî ya Wanê buroya hilbijartinê vekir û di vekirinê de wiha hat gotin: “EV hibijartin wê bibe hilbijartina hesabpirsîna nelêrêtiyan. Wê gel bersiv bide qeyûman.” 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li Bêgiriya Wanê buroya hilbijartinê vekir. hevseroka DEM Partî ya WAnê Gulşen Kurt, namzetê hevşaredariya bajarê mezin a Wanê Abdullah Zeydan û parlamnetera DEM Partiyê ya WAnê Pervîn Buldan tevli vekirinê bûn. Welatiyan bi coşek mezin govend gerandin.
 
Namzetên hevşaredariyê ya Bêgiriyê Hediye Sayiner û Bariş Yilmaz axivîn, gel silav kirin û daxwaza piştgiriyê kirin.
 
Abdullah Zeydan axivî û da zanîn ku gelê Bêgiriyê her tim di berxwedanê de bûye û xwedî li partiyê derketine. Zeyran wiha got: “Em ji ber vê nêzîkatiya gel spas dikin. We tu carê ji sekna xwe tawîz neda. Hun her tim bûn bersiv. Em spas dikin. Ji bo me cih ne girînge. Ya girîng serkeftin apartiya me ye ya gelê me ye.”
 
Gulşen Kurt jî balkişand ser hilbijartinan û got wê gelê Bêgiriyê bersivê bide qeyûman û got: “Vê hilbijartinê de wê hesabê nelêrêtiyan bê pirsîn. Vê hilbijartinê de wê hesabê hemû rant û nelêrêtiyan bê pirsîn. Baweriya me bi gelê Bêgiriyê heye.”