Li Rihayê xebatên hilbijartinê

  • 19:23 5 Adar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Namzetên DEM Partiyê ku tempoya xebatên hilbijartinê bilind kirin, ji bo "şaredarîvaniyeke gelparêz" li welatiyan doza piştgiriyê kirin. 
 
Di çarçoveya hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de, namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajaran bi welatiyan re hatin cem hev.
 
Dîlok
 
Rêxistina Dîlokê ya DEM Partiyê li navenda navçeya Şahînbeyê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin Ayfer Yilmazer û Namzeta Hevşaredariyê ya Kirkamişê Dîlan Coşkûn û gelek endamên partiyê yên jin di merasîma vekirinê de amade bûn. 
 
Beriya vekirinê Namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin Ayfer Yilmazer axivî û diyar kir ku buroya hilbijartinê ya hemû jinan e.
Namzeta Hevşaredariyê ya Karkamişê Dîlan Coşkûn diyar kir ku wan hêviyê li kuçe û taxan birêxistin kiriye û got: “Jinbûn ji bo her desthilatdariyê xetere ye. Em kurd bindestî û êşê baş dizanin. Lê belê em berxwedana li hemberî vê jî baş dizanin. Jina kurd nûnera herî baş a têkoşîna li ser rûyê erdê ye."
 
Piştî axaftinan buro bi çepik û tilîliyan hat vekirin.
 
Riha
 
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Namzetên Hevşaredariyê yên Karakopru ya Rihayê Rezzan Ayhan û Ridvan Yavûz, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana Odeya Dermanfiroşan a Herêma 27'an kirin û der barê projeyên xwe de agahî dan.
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Halîliyeyê Sema Ateş û Suphi Yilanci serdana dikandarên li ser rêya 24 Metreyê kirin. Namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Eyyubiyeyê Adalet Eriş û Halîl Akbaş jî li Taxa Şêx Meqsûdê bi welatiyan re hatin cem hev.
 
Cûrnê Reş
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê yê DEM Partiyê Celaleddîn Erkmen, li navçeya Cûrnê Reş xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam kir.Celaleddîn  ku tevî Namzetên Hevşaredariyê yên navçeyê Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş esnafan ziyaret kir, li pirsgirêkên esnafan û pêşniyazên wan ên ji bo xizmetên rêveberiyên herêmî guhdarî kir. Celaleddîn diyar kir ku divê êdî şaredarî ji tekela malbatan derkevin û got: "Dem hatiye ku gel bi îrade û hêza xwe xwe bi rê ve bibe."
 
Paşê buriya hilbijartinê hat vekirin. Merasîma vekirinê bi gerandina govendê ya li ber stranên kurdî yên Hozan Servan bi dawî bû.
 
Wêranşar
 
Li Wêranşarê Namzetên Hevşaredariyê Serhat Dîcle Înan û Bedriye Yorgûn esnafan li Taxa Golbaşi, Kolana Eskî ya Rihayê û Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê ziyaret kirin. Parlementerê Rihayê Ferît Şenyaşar li gel namzetan amade bû. Esnaf eleqeyeke mezin nîşanî namzetên hevşaredariyê dan.
 
Serêkaniyê
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Serêkaniyê îro ji du baskan xebatên xwe yên hilbijartinê li dar xistin. Namzetê Hevşaredariyê Ûgûr Kahraman serdana welatiyên erdên wan li Cîsseya li Midûriyeta Giştî ya Çandiniyê (TÎGEM) ziyaret kir.
 
Namzeta hevşaredariyê ya din Rahşan Yazar jî çû serdana koçerên gundê Arbitê. Yazar bi taybetî rastî coşa jinên koçer hat. Piştre Yazar di civînên li navenda navçeyê de bi gelê navçeyê re hat cem hev û serdana malan jî kir.
 
Xelfeftî 
 
Li navçeya Xelfetiyê Namzetên Hevşaredariyê yên DEM partiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan îro li gundên Gogana Mezin, Kantarma, Kinik, Nuxrut xebatên hilbijartinê berdewam kirin. Parlementerê Rihayê Omer Ocalan jî beşdarî serdanên hilbijartinê yên namzetên hevşaredariyê bûn. 
 
Bêrecuk
 
Li navçeya Bêrecûkê Namzetên Hevşaredariyê Mehmet Begît û Bêrîvan Îlkaya Manas esnafên Meydanê ziyaret kirin û di civîna gel de bi welatiyan re hatin cem hev.
 
Pirsûs
 
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Pirsûsê Muslum Baran û Ayten Kaya esnafên Sîteya Pîşesaziyê ziyaret kirin. Namzetên hevşaredariyê piştre bi jinan re 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re li nêzî sînorê Kobanê pîroz kirin û govend gerandin.
 
Sêwereg
 
Li Sêweregê (Namzetên Hevşaredariyê Yildiz Çetîner û Alî Dusak bi rojnamevanên ku di çapemeniya herêmî de dixebitin re hatin cem hev û sozên ragihandin. Piştre namzetên hevşaredariyê çûn serdana Komeleya Astengdaran, Komeleya Çand û Hevgirtinê ya Sêweregê û Odeya Xwarinê ya Sêweregê û doza piştgiriyê kirin. 
 
Hewag
 
Li navçeya Hewagê Namzetên Hevşaredariyê Aygul Kapliyakali û Îsmaîl Yildiz xebatên xwe yên hilbijartinê li gundên Hacîler  û Saxûcakê berdewam kirin. Namzetan derî bi derî geriyan û piştgirî ji welatiyan xwestin.