Namzetên hevşaredariyê pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin

  • 18:38 5 Adar 2024
  • Rojane
SÊRT- DEM Partî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gund û taxên Sêrtê çûn serdana welatiyan û esnafan. Di serdanê de pirsgirêkên welatiyan hat guhdarkirin.
 
Namzetên Hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Sêrtê çûn serdana esnafan û belavok belavkirin.
 
Namet ewil li taxa Conkbayik bi gel re hatin gel hev û piştre çûn serdana gelek tax û gundan. Di dema serdanan de jî belavok hatin belavkirin.
 
Namzetan pirsgirêkên gel guhdar kirin û gotin wê prsigrêkan çareser bikin di her mijarê de li cem gel bin.
 
Dema serdanan de welatiyan govend gerandin.