Li Stenbolê Nobeda Edaletê 85 roj in didome

  • 16:31 5 Adar 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di roja 85'an de didome. Di çalakiyê de banga azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin. 
 
36 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edaletê kirin.  
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê bi pêşengiya xizmên girtiyan û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a  Marmarayê (MATUHAYDER) ve pêk tê. Li eywana çalakiyê pankarta “ Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate daliqandin. 
 
Çalakiya ku li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sultanbeyliyê pêk tê bi serdanan didome. Îro rêveberên DEM Partî ya Çekmekoy û Maltepê û rêveberên ANYAKAYDER'ê serdana nobedê kirin. Di serdanê de banga azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin. 
 
Çalakiya îro ji hêla rêxistina DEM Partî ya Çekmekoy û Maltepê hat dewrgirtin.