Vekirina buroya jinan a hilbijartinê veguherî mîtîngê

  • 16:30 5 Adar 2024
  • Ramyarî
 
MÊRDÎN - Di vekirina buroya hilbijartinê ya jinan de ku veguherî mîtîngê, Hevseroka Giştî ya Nisebînê Gulbîn Şahîn Daghan axivî û got, "Ev zîhniyeta emniyetê wê di bin Mala Gulşîlav de bimîne."
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li navçeya Nisêbînê a Mêrdînê buroya hilbijartinê ya jinan vekir, Parlamenterên DEM'ê yên Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin, Kamuran Tanhan. Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, Namzetên Hevşaredar ên Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan û Selahattîn Ay, Tevgare Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê yên Nobeda Edaletê, Partiya Herêmên Demokratîk û gelek jin tevlî bûn.
 
Jinan bi kincên xwe yên neteweyî govend gerandin û bi stranên hunermend Seher Zozan govend gerandin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin, vekirin veguherî mîtîngê.
 
Piştî axaftina siyasetmedaran bername bi govendê hat bidawîkirin.