Li Şirnexê şahiya 8'ê Adarê

  • 16:20 5 Adar 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Namzeta Hevşaredariyê ya  DEM Partiyê  Bêrîvan Kutlu di şahiya ku ji aliyê TJA’yê ve di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jin a Cîhanê  hat organîzekirin de axivî û diyar kir ku jinên Kurd dîrok nivîsandin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan de li ber avahiya Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Şirnexê şahiya jinan li dar xist. Dema jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî şahiyê bûn pankartên "Rengê herî xweşik ê cîhanê rengê min e", "Ji tecrîdê re na" û "Jin Jiyan Azadî" hatin vekirin. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal, Dayikên Aştiyê û namzetên hevşaredariyê yên  bajar û navçeyan ên DEM Partiyê yên Şirnxexê beşdarî şahiyê bûn
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka Rêxistina Bajarê Şirnexê Nurcan Alturk axivî û jin silav kirin.
 
'Jinên Kurd dîrokê dinivîsînin'
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Şirnexê Bêrîvan Kutlu bi pîrozkirina 8'ê Adarê dest bi axaftina xwe kir. Bêrîvan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên sîstematîk ên li ser jinan û wiha got: “Em tu carî şîdet û zilmê qebûl nakin. Em tu carî nebûne dara ku hatiye birîn, me her tim li ber xwe daye. Bi salan e em rastî êrîşên pergalê hatin, di serdema AKP’ê de bi hezaran jin hatin qetilkirin. Me bi salan li dijî hemû pergalan li ber xwe da û îro jî em ê li dijî AKP’ê li ber xwe bidin. Bi sedan hevalên me di zindanan de ne, lê tu carî serî li ber pergalê netewandin, li ber xwe dan. Çawa ku me weke jinên Kurd îro têkoşîna xwe nîşanî cîhanê da, em ê dîsa jî vê yekê nîşan bidin. Îro jinên Kurd dîrokê dinivîsînin. Dema em di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan em ê ji qetlîamên jinan û talankirina cewherê xwe re bêjin Êdî bes e."
 
'Em ê bibin dengê Ocalan
 
Newroz Uysal wiha got: “Em behsa têkoşîna xwe, zimanê xwe, nasnameya xwe dikin, lê ew di hewldana ku dê çawa jinan bêdeng bikin de ne. Hişê wan li ser vê yekê. Yên di 25’ê Mijdarê de êrîşî dayik û jinan kirin bila werin vir û binêrin. Em ne bi tenê ne. 'Jin Jiyan Azadî'  îro li cîhanê belav bûye. Em îro li vê kolanê 8'ê Adarê pîroz dikin, ji birêz Ocalan 36 meh in agahî nayê girtin. Îro Sebahat Tuncel li Enqereyê parastinê dike, Gultan Kişanak jî li girtîgehê xebatên hilbijartinê dimeşîne. Em ê bi her awayî dengê wan bidin bihîstin.
 
Piştî axaftinan şahî bi stran û govendê bi dawî bû.