Ji Meclisa Jinan a Sûriyeyê peyama 8’ê Adarê

  • 15:14 5 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Sûriyeyê peyamek têkildarî 8’ê Adarê da û ev bang kir "Em hemû astengiyên li pêşiya pêşketina jinan veguherînin derfet û avakirina siberojeke mayînde."
 
Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek weşand. Di peymanê de 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê hat pîrozkirin û têkoşîna tevgerên xwecih û cîhanî yên jinan hat silavkirin.
 
Di peymanê de hate gotin, destkeftiyên ku jin bi dest xistin sûdê didin her kesî û ev bang hat kirin: "Em Roja Jinan a Cîhanê kom bibin, astengiyên li pêşiya pêşketina jinan veguherînin derfet û avakirina siberojeke mayînde ji bo jinan. Wekî jinên sûriyeyî divê em asta têkoşîn û xebatê mezin bikin. Ji bo xizmeta xebata hiqûqî, demokrasî ya navendî, ji bo avakirina siberojeke ewle, demokratîk û  pirrengî ji sûriyeyan re em ê bi awayekî hîn mezintir bixebitin."
 
Di daxuyaniyê de banga rawestandina şer, diyalogên navxweyî, çareseriya siyasî, serbestberdana tevahî girtiyên siyasî û aşkerakirina aqûbeta windahiyan hat kirin. Her wiha banga bidawîkirina dagirkeriyê û mîsogerkirina mafên tevahî sûriyeyan hate kirin.