Li Egeyê jinan ji girtiyan re kart şandin

  • 15:01 5 Adar 2024
  • Rojane
MUGLA - Meclisa Jinan a Mûglayê ya DEM Partiyê ji jinên girtî yên Marmarîs û Bodrumê re kartên ku amade kiribûn şandin.
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Rêxistina Navçeya Marmarîsê hatin cem hev û li ser polîtîkaya jinan a li hemberî hilbijartinan û 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê sohbet kirin. Piştî axaftinê jinan qertên bi peyamên 8'ê Adarê ji jinên girtî yên li girtîgehan re şandin.