Jinan ji Xoşxeberê bang kir: Em xwedî li vîna xwe derkevin

  • 14:58 5 Adar 2024
  • Rojane
 
ÎDIR - Li barokê Xoşxeberê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de jinan şahî li dar xist. Di şahiyê de jinan bal kişand ser girîngiya hilbijartinên herêmî û gotin ew ê xwedî li îradeya xwe derkein.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li bajarokê Xoşxeber ê Îdirê şahiya jinan li dar xistin.
 
Beriya şahiyê jinan ji bo şahiya jinan a di 8’ê Adarê de bê lidarxistin li kolanên navenda Îdirê belavok belav kirin û jin ji bo şahiyê hatin vexwendin. Jin piştre beşdarî şahiya ku li ber avahiya DEM Partî ya bajarokê Xoşxeberê hate lidarxistin bûn. Namzeta Hevşaredariyê ya  Îdirê Nejla Kûm, rêvebirên navend û bajarokê û gelek jin tevlî şahiyê bûn. Beriya axaftinan jinan govend gerand.  
 
Destnîşanî tecrîdê hat kirin
 
Piştî gerandina govendê Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Îdirê Oya Malgaz axaftinek kurt kir. Oya ku balê kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wiha got: “Di heman demê de li ser gelê Kurd jî tecrîdek giran heye. Ji bo rakirina tecrîdê li girtîgehan grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Ji bo parastina vîna gel di grevê de ne. Dayîkên me jî di Nobeta Edaletê de ne.”
 
 
‘Em xwedî li vîna xwe derbikevin’
 
Oya, bal kişand ser hilbijartinên herêmî yên ku di 31’ê Adarê de dê bên kirin û diyar kir ku divê di vê hilbijartinê de herkes vîna xwe biparêze. Oya, got: “Em vîna xwe nekin destên hin kesan.” Oya, destnîşan kir ku 8’ê Adarê roja xweparastina jinan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “8’ê Adarê roja têkoşîna kedê ye. Îro jî weke jinên Xweşxeberê em ê vîna xwe, têkoşîna xwe û keda xwe li her der devera cîhanê biparêzin. Jinan di hilbijartinan de vîna xwe parast. Em bi dayîk û jinên ciwan bawer in. Xoşxeber dê di vê hilbijartinê de bi ser keve. Em xwedî li vîna xwe derbikevin.”
 
‘Ev hilbijartin hilbijartina jinan e’
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarokê Xoşxeberê Emîne Yondem Kartal jî 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û wiha anî ziman: “Li pêşiya me hilbijartinekê heye. Ev hilbijartin hilbijartina jinan e. Em bawer dikin ku em ê teqez bi ser kevin.”
 
Piştî axaftinan gul li jinan hatin belavkirin. Şahî, bi gerandina govendê bi dawî bû.