Li dijî tundiya dewlet-mêr dê li qadan bin

  • 09:06 5 Adar 2024
  • Rojane
 
 
Marta Somek 
 
STENBOL - Endama OGK’ê Hîvda Selen diyar kir ku ji yurdan heta kolanan tundiya dewlet-mêr li her qadê tê jiyîn û di pêvajoyeke wisa de di 8’ê Adarê de gelek bernameyan pêk tînin û got: “Me dirûşmeyeke ku ji bo jin azadiya xwe bidestbixin têkoşîneke wan heye bibîr dixe, tercîh kir. Hemû polîtîkayên serdestiya mêr wê bi têkoşîna me bidawî be. Ji ber vê em ji bo azadiyê hene û em 8’ê Adarê de li kolanan e.”
 
Her sal di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jin kolan û qadan tije dikin û îsal jî li dijî tundî û xiznaiyê jin gelek bernameyan pêk tînin. Di 3’ê Adarê de bi banga Platforma Jinan a 8’ê Adarê jin li berî SKELEYA Bgeşîktaşê ya Kadikoyê hatin gel hev û bi dirûşmeya ‘li dijî xizanî, tundî, binpêkirin û şer têkoşîna me heye’ hevdîtin pêk anîn. Jinan daxwazên xwe qîrkirin û li aliyê din jî bi banga Platforma 22’emîn Meşa Şevê ya Femînîst wê 8’ê Adarê roja înê li Qada Taksîmê ya Beyoglu saet di 19.30’an de Meşa Şevê ya Femînîst pêk bê.
 
Endama Jinên Ciwan a Azad (OGK) Hîvda Selen beriya 8’ê Adarê li ser dirûşme û bangên xwe axivî.
 
Tundiya dewlet-mêr li her derê ye
 
Hîvdayê da zanîn ku tundiya dewlet-mêr bi salane heye û ev nirxandin kir: “Ya li ser jinan tê jiyîn zêdetir polîtîkayek dewletê ye. Ji 90’î heta niha ev polîtîka didome. Salên 90’î de li ser jinan di bin çavan de destirêjî û tacîz hebû. Ya ku pêşî li vê girt têkoşîna azadiyê ya jinan bû. Komxebatên Ji Tacîzên Zayendî ya Binçavan re Na pêk hatin û ev tundiya zayendî ya mêr-dewletê hat teşhîrkirin. Li dijî vê xebat hat meşandin. Lê tundiya mêr-dewletê hîna didome. Em vê di her qada jiyanê de dibînin. Hemû jinên têdikoşin vê dijîn.”
 
Bi têkoşîna li dijî tundiyê diçin 8’ê Adarê
 
Hîvdayê destnîşan kir ku ev polîtîkaya tundiyê ne tenê binçavan de heta malan dirêj bûye û wiha dirêjî da nirxandina xwe: “Hefteya borî li hember endama me ya MYK’ê Sînem Çelebî tundiya mêr-dewletê tuniya zayendî pêk hat. Hevala me di serşoyê de bû û polîs bi kamerayan ketin hundir û wisa kişandin. Bin çavdêriya polîsan de cilên xwe li xwe kir. Ev hemû polîtîkayên li dijî têkoşîna jinê ne. Ji ber hêzek mezin a tevgera jinê heye. Em di pêvajoyeke wisa bi têkoşîna li dijî tundiyê diçin 8’ê Adarê.”
 
Ji yurdan heta kolanan tundî
 
Hîvdayê diyar kir ku her sal di alî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de tundiya polîs tê jiyîn û got: “Em naxwazin têkoşîna xwe hemû ji tundiyê pêk tê nîşan bidin. Ji ber em hinek tiştan dikin. Ji ber vê êrişê me dikin. Em di pêvajoyeke ku tundî li her qadê li ser jinan tê meşandinê de derbas dibin. Heman demê de li yurdên KYK’ê gelek pirsgirêk hene. Jinên ciwan li wan deran jiyana xwe ji dest didin. Pirsgirêkên cidî hene.”
 
Dirûşmeya wan ‘Em ji bo azadiyê hene’
 
Hîvdayê behsa dirûşmeya xwe jî kir û ev nirxandin kir: “Serdestiya mêr dixwaze azadiya jinan ji destê wan bigirin û jina makul ava bikin. Ji ber vê jî me dirûşmeyeke ku jin dikarin azadiya xwe bidest bixin tercîh kir. Me xwest em bêjin ‘Em li kolanan, yurdan, kampusan ji bo azadiya xwe hene’. Em vê demê xebata xwe wisa dimeşînin. Têkoşîna me ya kolanê gelek bi nirxe. Em di hişmendiya vê de ne. Ez bang li hemû jinan û bi taybet jinên ciwan dikim ku têbikoşin.”
 
Ji bo 8’ê Adarê bang
 
Hîvdayê bi lêv kir k wek OGK’ê di 12’yê Sibatê de li Îzmîr, Stenbol û Eskîşehîrê  pankartên dirûşmeya wan lê ye daliqandine û starta xwe dane. Hîvdayê axaftina xwe wiha bidawî kir: “Em pêkhateya aktîf a Platforma Jinan a 8’ê Adarê ne. Me starta xebatên xwe dan. Em 3’yê Adarê de li Kadikoyê bûn. Em ê 8’ê Adarê de jî li kolanan bin. Em ê li Îzmîr, Eskîşehîr, Antalya û Stenbolê gelek bernameyan pêk bînin. Em bang li hemû jinan dikin ku 8’ê Adarê de  li kolanan bin. Ev polîtîka wê bi têkoşîna jinan bidawî bin. Ji bo ber vê em ji bo azadiyê hene, 8’ê Adarê de li kolanan bin.”