Namzet Viyan Tekçe: Em ê ji polîtîkayên qirêj re bibin bersiv

  • 09:04 5 Adar 2024
  • Ramyarî
 
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partî ya Colemêrgê Viyan Tekçe da zanîn ku wê saziyên hatine girtin ji nû ve vebikin û got: “Bila AKP baş bizane ku gel li dijî van polîtîkayên qirêj serî natewîne. Her ku berxwedan hebe wê serkeftin jî nêz be.”
 
Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demek kurt ma partiyên siyasî xebatên xwe zêde kirin. Yek ji bajarên ku xebat bê navber lê dimeşe Colemêrg e. Ev du dem in li Colemêrgê bi qeyûman îradeya gel xesp dikin. Ji hilbijartinan re demek kurt ma. Rêveberên DEM Partiyê, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê tax bi tax, kolan bi kolan û gund bi gund digerin. Namzetên hevşaredariyê Viyan Tekçe û Mehmet Siddik Akiş xebatên xwe didomînin.
 
Namzeta hevşaredariya Colemêrgê Viyan Tekçe ji JINNEWS’ê re axivî û projeyên xwe vegot.
 
‘Piştgiriya gel moral dide min’
 
Viyanê daxuyakirin ku DEM Partî di esasa paradîgmaya azadixwaz a jinê de li her qada jiyanê de xwedî nûneriya wekheve û wiha vegot: “Ji ber vê gel xwedî lê derdikeve û ev xwedîderketin dibe moral. Cihgirtina jinan a di nûneriya wekhev de hem ji bo wan hem ji bo me wê piştgiriyek mezin biafirîne. Ez wek ciwanek û dayikekê ji gel bertekên xweş digirim. Dema min dibînin dibêjin em ji te hêzê digirin. Ev min kêfxweş dike. Piştgiriya gel hêzê û moral dide min.”
 
‘Em dibin bersiva polîtîkayên qirêj’
 
Viyanê destnîşan kir ku xeta hevserokatiyê ya DEM Partiyê ya bi salan e didome gelek girîng e û wiha anî ziman: “Dewlet bi polîtîkayên şerê taybet û hemû polîtîkayên din re serdestiya mêr û sazbûna feodal li her qadê bi kar tîne. Di têkoşîna me de li dijî hemû polîtîkayan meşandina têkoşînê hemû civaka me di nokteya nûnertiya wekhev de demokratîk dike. Pergala hevserokatiyê şoreşa jinê ye. Em bi pergala hevserokatiyê li hemû qadan bersiva hemû polîtîkayan didin.”
 
‘Wê îradeya gel bi pereyan negirin’
 
Viyanê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Desthilatdarî li hember gel têkçûnê hezm nakim. Qeyûm tayînê îradeya gel dike û xesp dike. Yên dibêjin wê îradeya gel bi pereyan bigirin, di vekirina buroyê ya di 19’ê Sibatê de hatiye vekirin bersiva pêwist girtine. Jin û ciwan wê li her qadê rola xwe bilîzin û polîtîkayên qirêj vala derxînin. Li dijî hemû zext û polîtîkayan em ê saziyên xwe vebikin û gel biparêzin. Peywira me ya sereke ev e ku em saziyên xwe vebikin. Em ê Colemêrga ku desthilatdariyê veguhertiye girtîgeha vekirî, bînin asteke ku dikare jiyan lê hebe.”
 
‘Wê gel li dijî polîtîkayên qirêj serî netewînin’
 
Viyanê di dawiya axaftina xwe de banga xwedîderketina li sindoqan li gel kir û wiha dirêjî dayê: “Colemêrgê bi sekin, têkoşîn û rûmeta xwe bajarekî ku serî netewandiye. Her ku berxwedêr hebin wê serkeftin nêz be. Bila AKP baş bizanibe. Ev gel wê li dijî polîtîkayên qirêj serî netewîne.”
 
Viyan Tekçe kî ye?
 
Viyan Tekçe ya namzeta hevşaredariya Colemêrgê ye di 1995’an de li Colemêrgê hatiye dinê û dayika zarokekê ye. Ji Dibistana Amadehiyê ya Colemêrgê mezûn bûye. Di 2023’yan de hevserokatiya Partiya Çep a Kesk a Colemêrgê kiriye.